22 oktober 2018

Meriv nikane bibe şair, şair tê dinyayê



Meriv bixwaze, bixebite kane sinetekî fêr bibe, kane bibe rojnamevan, heta nivîskar jî.

Mimkûn e nebe hostakî baş, rojnamevan û nivîskarekî baş e, lê kane bibe hoste, rojnamevan û nivîskar. Ev mimkûn e.

Lê meriv bixwaze jî, bi şev û roj bixebite jî, deh zanîngehan biqedîne jî, bi newalan kitêban bixwîne jî nikane bibe şair.


Meriv bi tahsîlê jî nabe şair. Bi tahsîlê, bi xwendinê meriv kane qaîde û usêlên şiîrê, taybetiyên şiîrê fêr bibe, bibe erbab û serafekî wê, lê nikane bibe şair. 

Meriv şairiyê fêr nabe, meriv şair tê dinyayê, ji makzayî da tamara şairiyê, dilê şairiyê bi meriv ra heye. Meriv hoste û sewdaliyê zimên û gotina xweş e.

Meriv vê sewdayê, vî ruhê şairiyê ya mezin dike, bi pêş dixe, ya jî di hundurê xwe da diqurçimîne û bi xwe ra dibe gorrê.

Helbet her kes kane hin tiştan binivîse û bibêje ev şiîre. Lê meriv nabe şair. 

Min jî çend caran hin tişt nivîsîn, hinên wan bişibin şiîrê jî ez ne şair im û tu carî jî nikanim bibim şair. Çimkî ew dil, ew hest, ew ruh bi min ra tuneye.

Ji bo şairiyê dibê ruhê şairiyê bi meriv ra hebe, ji şiîrê, ji dinyayê, ji xwezayê, ji însaan, ji gelşên însên hez bike, bibe evîndarê wan, li hemberî her tiştî dilzîzb be, carnan zarok be, carnan bilbil û başok be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE