23 oktober 2018

Serê kerê çawa guhertine min fêm nekir !



Rojekê kerê Melê Meşûr hatibû dizîn. Mele bi telaşeke mezin vir da û wê da baz dida, li kerê xwe digeriya. Qazî rastî wî hat. Telaşa Mele bala Qazî kişand, ji Mele ra got:
-Mele te xêr e, çi bûye?
Mele got kerê min dizîne.

Qadî got:
-Ê çawa bû, kê dizî ye?
-Mele bi hêrs got:
-Ê heger min bizanîbûya çima ez lê digeriyam?


XXX

Hevsarê kerê Melê Meşûr(Xoce Nesredîn)hatibû dizîn. Piştî çend rojan Mele bala xwe dayê hevsarê kerê wî di serê kerekî din da ye. Mele li dora ker çû hat, bala xwe da hevsêr û di ber xwe da got:
-Hela hela, hevsar hefsarê kerê min e, lê serê ker çawa guhertine min fêm nekir !

XXX

Mamoste ji Şiyar pirsî:
-Şiyar, ma dinya gilover e?
-Na mamoste.
-Baş e dûz e?
-Na mamoste, ne dûz e jî.
-Wê demê çawa ye?
-Bavê min dibêje dinya tevlihev e.

XXX
Xura serî
Yekî tirk bala xwe dayê yê li hember rûniştiye di ser şewqê xwe ra serê xwe duxrîne. Çû balê, jê ra got:
-Efû, tu kurd î?
Mêrik got:
-Belê, te çima pirsî?
-Çimkî tu di ser şewqê xwe ra serê xwe duxrînî, loma min fêm kir tu kurd î.
Yê kurd got:
-Ê çi bi viya ve heye? Ma gava tu qûna xwe duxrînî tu pantor û derpîyê xwe datînî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE