23 oktober 2018

Lê zalimê were însafê li vî belengazî !



-Ez ji te razî, tu ji min razî
Lê zalimê were însafê li vî belengazî
Ezê heyeta xwe bidim te
Ji bo Xwedê bike vî mirazî


-Rewşa dilêm çardesalî
Ez jê ra, ew ji min ra dinalî
Xelk û alem dexes û dilnexwazin
Lê ahd be ez tê ji xwe ra bikim bermalî

- Gulevîna min 15 salî
Dilê min ji sewda wê ra dinalî
Biçûka min sebir nake
Ezê wê ji ji xwe ra bikim bermalî


-Însan nezan tên dinyayê, ne ehmeq. Bi perwerdekirinê ehmeq dibin.
///Bertrand Russel
-Merivê nezan tiştê fêm neke dihebîne, îmanê pê tîne.
///Cesare Lombroso

-Gotineke çîniyan ya xweş heye, dibêjin, ”birçîbûn bi xwarinê namîne, nezanî bi xwendinê.”
Lê li vê dinyayê ne her kes kane têr bixwe, ne jî bixwîne. Ji bo wê jî birçî ji têran, nezan ji zaneyan pirtir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE