23 oktober 2018

Hinek ji tenêtiyê hez dikin, lê min bi xwe tu xweşikiyeke wê nedît



Swêdî ji tenêtiyê, ji jiyana bi tenê hez dikin.
Lê min jê hez nekir.
Çi xweşikiya wê heye min fêm nekir ?
Tu wek hefsiyekî tik û tenê di hucereya xwe da yî.
Ne kes dibêje him, ne dibêje gim.

Ne dibêje rabe, ne dibêje rûne !

Tu ne kanî bi kesî da biqeherî, ne jî bi kesî ra bikenî û ne jî kes kane bi ser ta da bike pilepil, bibêje wiha bike û wiha neke.

Carnan meriv dixwaze hinel bela xwe di meriv bide...

Erê benîadem întîbaqî her şertî dike, ev temam, piştî demekê meriv fêrî tenêtiyê dibe. 

Lê min tu xweşikiyeke tenêtiyê ji hebûna xanimeke li nik meriv nedît !

Çi zirara wê heye xanimek destê xwe di serê meriv bide, dilê meriv şa bike?

Çi zirara wê heye meriv bi sohbetek germ ra du qedeh şerab bi xanimekê ra vexwe?

Ez dibêjim xanimek li kêleka meriv rûne ji tenêtiya wek kundekî xweştir e.

Qet nebe meriv bi hev ra derdikve der û digere.

Lê nuha ez wek piling bi tenê digerim.

Ez djbêjim kultura me ya tenêtiyê zeîf e. Em hîn nebûne swêdî.

Herî kêm ji sedî 44ê li stockholmiyan û ji sedî 40ê swêdiyan bi tenê dijîn.

Swêdî ji jiyana bi tenê hez dikin. Dibêjin bira kes min nerehet neke.

Di vir da him egoîzim heye û him jî bengêniya azadîyê.

Lê azadiya bi tenê jî ne tu azadî ye.

Lê ev ji swêdiyan ra namîne. Ereb, pakîstanî û reşik heta çend salan bi nufûsa xwe ewê vê yekê biguherin. Hêdî hêdî li hemû bajaran dibin piranî. Ereb gurên, profesorên çêkirina zarokan e, herî dereng ji deh mehan yekî çê dikin.

Stockholm nuha bere bere dişibe bajarekî ereban, bûye wek Ruhayê. Li hin taxên Stockholmê swêdîyek jî nemaye. Feqîran ku da diherin nizanim.
Min ji tenêtiyê dest pê kir ez çûm ku... 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE