24 oktober 2018

Du dîtinên li ser "Rû û Kûr"



Şêxo Filîk li ser kitêba A. Duran Topuz ”Rû û Kûr” di malpera "Diyarnamê da darexneyeke edebî kiriye, bîr û baweriyên xwe gotine, Înan Erdoglu jî li ser rexeneya Şêxo Filîk fikrê xwe gotiye. Herdu nivîs jî hêjayî xwendinê ne.


Şêxo Filîk nivîskarê kitêba "Bêbavî" yê ye. Bêbavî, ji alî weşanxanea Avestayê hatiye weşandin. Min bi xwe kitêb nexwendiye.

Dezavantaja jiyana li xerîbiyê, dûrbûna ji welêt yek jî ev e, him haya meriv di wextê da ji her tiştî çê nabe û him jî gava meriv pê dihese nikane rabe here ser kitêbfiroşekî û kitêbê bikire.

Ez nuha dibînim "Bêbavî" sê sal berê dema derketiye pir olan daye, gelkî hatiye ecibandin. Heger min dîtibe jî nuha nayê bîra min.

Şêxo Filîk, di nivîsa xwe da çend xîç avêtine ji min da jî, ez jî rexne kirime. 


Nivîsa min li ser "Rû û Kûr" ne nivîseke rexneyî û analîtîk bû, cara pêşî bû min "çîrokên mînîmal" dixwend. Yek, ji ber vê kêfa min jê ra hat û ya din jî ji ber ku nivîskar ji Qoçgiriyê bû û bi deveko wir nivîsî bû min pesnê kitêbê da. 

Lê min min nexwest qala kêmasî, şaşî zeîfiyên wê bikim, li ser naveroka wê tiştekî bibêjim. 

Û ji xwe tu nêteke min ya wer jî tunebû, lema jî min bi çavekî rexnegirî nexwend. Û ez ne rexnegir im jî.
Lema jî Şêxo Filîk di hin rexneyên xwe da bi heq e.

Ez lînka nivîsa Şêxo Filîk û ya  Înan Eroglu, herduyan jî diweşînim. Di herdu nivîsan da jî tiştê ez rast dibînim û tiştê ez rast nabînim hene.

Nivîsên wiha him ji bo nivîskar û him jî ji bo xwendevan pir bi feyde ne, asoya meriv berfireh û mistewa fêmkirina edebî bilind dike.

Kesê bixwaze kane herdu nivîsan jî bixwîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE