24 oktober 2018

Di edebiyata japonî da kurd û Kurdistan



Vakkas Çolak, di malpera ”Îlke Haberê” da li ser têkliya kurdan û japonan 3 nivîsên balkêş nivîsîne. Di edebiyata japonî da li ser kurdan sê roman hene.

Li gorî Vakkas Çolak nivîsîye, hukûmeta Japonya yê di sala 1880î da heyetek şandiye Îranê.


Dîplomatên heyetê di vê gera xwe da li ser Îranê û tiştên li Îranê dîtine hin not girtine û hin çavdêriyên xwe nivîsîne û ev notên xwe dû ra bi navê ”Notên Seyaheta Îranê” wek kitêb weşandine.
 
Serokê heyetê berpirsiyarekî  Wezarata Karên Derve yê Japonyayê Masaharu Yoshida bûye. Heyet li ser vexwendina Şah Nasreddin çûye Îranê.

Yoshîda cara pêşî di vê sefera xwe ya Îranê da rastî kurdan tê û hewil dide wan nas bike. Di kitêba xwe ya “Sefera Îranê” di nota 188a da wiha qala kurdan û Kurdistanê kiriye :

“Kurd qewmwkî  li Bakurê Rojhilata Navîn dijîn. Nufûsa wan teqrîben li dora 300.000 ye. Ji erdê lê dijîn ra Kurdistan tê gotin. Pez xwedî dikin. Di bin hakîmiyeta tirkan û persan da dijîn. Serokê wan Şêx Ubeydulah e. Merivekî esîl û malmezin e û ji alî gel ve tê destekkirin.”
Wek tê dîtin, heyet di dema serîhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî da çûye Îranê û Kurdistanê û mezinahiya Şêx Ubeydulah bala heyetê jî kişandiye.

Vakkas Çolak, di du nivîsên xwe da jî li ser romanên japonî yên qala kurdan kirine radiweste û ji wan hin numûneyan dide.

Vakkas Çolak dibêje, di edebiyata japonî da heta nuha mijarên sê romanan kurd û Kurdistan e.
   
Ji van romanan ya pêşî di sala 1975a da ji alî  Suguru Igarashi ve hatiye nivîsîn. Navê romanê Çîçeka Kurdî (クルドの花)ye.

Vakkas Çolak dibêje, ji ber ku di edebiyata japonî da cara pêşî ye qala kurdan, Kurdistanê û coxrafiya Kurdistanê hatiye kirin, ev roman esereke muhîm e.

Li ser kurdan romana duyem di sala 1991ê da ji alî nivîskarê romanên macerayê yê meşhûr Funado Yoichi ve hatiye nivîsîn. Navê romanê ”Kronolojiya Qûmê(砂のクロニクル , The Sand Chronicle) ye.

Nivîskar ji bo nivîsîna vê romanê çûye rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana Îranê) Mijara romanê şer û micadela kurdan ya ji bo Kurdistaneke serbixwe ye.

Romana sêyem jî di sala 2016a da ji alî Shimomura Atsushi ve hatiye nivîsîn. Navê romanê “Mifetişê Penaberiyê" ye.

Vakkas Çolak, di nivîsên xwe da bêyî van hersê romanan qala hin çavkaniyên din yên qala kurdan dikin jî kiriye. 

Bêyî wan hersê romanên min navên wan dan, di edebiyata zarokan da jî çîrok, fîlmên kartonî û fîlmên bi japonî jê ra dibêjin ”anîme” û ”manga” û di lîstikên kompîtoran da jî li ser kurdan gelek tişt hene. Bi qasî Vakkas Çolak qal kiriye, li Japonyayê him di edebiyata japonî da û him jî di ya zarokan da kurd û Kurdistan temayeke berbiçav e. Di nivîsê da li ser van mijaran gelek numûne hene. 

Bi kurtî hersê nivîsên wî jî pir balkêş in û li ser têkiliyan kurd-japonan agahiyên kêm kes zane dide meriv.

Gelo ev hersê romanên Vakkas Çolak qala wan kirine hemû ya jî yek, duduyên wan tercumeyî kurdî bûne ya na?

Heger heta nuha tercume nebûbin, gelo tu weşanxane nafikire van romanan wergerîne kurdî?

Li ser Kurd û Kurdidstanê romaneke ji alî japonekî ve hatiye nivîsîn ewê pir balkêş be. Hêvî dikim weşanxaneyek bi kêmanî romana bi nave “Çîçeka Kurdî” wergerîne kurmancî û bike malê kitêbxana kurdî.


Mixabin nivîs ne bi kurdî, bi tirkî ne. Ev jî lînkên nivîsan.


-Japonya ve Kürtler

-Japon Edebiyatında Kürtler (1)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE