25 oktober 2018

Kitêbên baş nivîskarên xwe nemir dikin



Kurd ji Platon ra dibêjin Eflatûn. Gava zarokek pir jîr û zîrek be, dibêjin ev gede eynî wek Eflatûn e, ya jî filan kes Eflatûn e bavo…

A vî fêlozofê bi nav û deng Eflatûn li ser kitêban gotiye:
-Kitêbên baş zarokên bavên xwe nemir dikin.


Kitêbên baş wek zarokên baş in. Li dinyayê zarok pir in, lê zarokên baş hindik in.


Her kes nikane kitêbên baş binivîse. Ji bo nivîsandina kitêbeke baş, dibê meriv bi sedan kitêb xwendibe.
Kitêbek baş ne li gorî qalindiya wê ye, ya muhûm ne rûpelên zêde, fikre, çi dibêje, meriv jê çi fêr dibe ew muhîm e..

Kibêbeke baş wek dareke mêwe ya baş lê hatibe nêrîn, mêweyên wê ne ne ji bo mewsimekî tenê ye.
///Calvin Coleridge

-Gelek însan hene bi destên xwe pûtan çê dikin û dû ra jî ji ber nezaniyê pûtê çêkirine dihebînin û dibêjin ev ”Xwedayê min e !”
Bingeha tirsê nezanî ye.

Gotineke çîniyan ya xweş heye, dibêjin, ”birçîbûn bi xwarinê namîne, nezanî bi xwendinê.”

Lê li vê dinyayê ne her kes kane têr bixwe, ne jî bixwîne. Ji bo wê jî birçî ji têran, nezan ji zaneyan pirtir in.

-Her tişt li bende wexata xwe ye, ne zû dibe, ne dereng, dibê ew wext were. “Ne gul berî wexta xwe vedike, ne roj berî wexta xwe hil tê.”

Qey hîn wexta yekîtiya hêz û partiyên kurd nehatiye, roja wexta wê were, ewê destê biratiyê dirêjî hev bikin û yekîtiya xwe ya netewî ava bikin û bi yek dengî azadî û serxwebûna xwe bixwazin.

Neyartiya kurdan miletê tirk êsîr girtiye, kiriye miletekî irqçî yê har û bêemsal.

Heta kurd bindest bin ne mimkûn e tirk ji vê irqçîtiya har xelas bibin.

-Dîn, ji bo ku merivên hejar bêdeng bike aletekî mikemel e.
///Napolyon

-Însan nezan tên dinyayê, ne ehmeq. Bi perwerdekirinê ehmeq dibin.
///Bertrand Russel

-Merivê nezan tiştê fêm neke dihebîne, îmanê pê tîne.
///Cesare Lombroso

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE