Berê, di xortaniya xwe da ez hinekî saf bûm, tim pozîtîf
difikirîm. Min hemû derdên dinyaylê dikir derdê xwe.
Min faris, ereb û tirkan hewqaî nas nedikir, ji wan wek nuha ne aciz bûm. Ez kanim bibêjim min dost û dijminên xwe, xêrxwaz û xêrnexawazên xwe wek nuha baş ji hev nedigerand.
Nuha îmana min ji ereb û tirkan diçe. Faris di pey wan ra tên.
Min baweriya xwe sedîsed bi hevalên xwe dianî, min qet bawer nedikir hevalê min ewê li hemberî min durû be, bi dev dost be, lê di dil da zikreş be.
Belkî ew jî ji bo min eynî tiştî dibêjin.
Lê jiyanê, bûyeran, serpêhatiyan roj bi roj ew safî û kêmaqiliya min kêm kir û ez bêtir kirim merivekî realîst.
Nuha li gorî 20, 30, 40 sal berê dost û dijminên xwe baştir ji hev digerînim.
Nuha êdî bi demagojiyan, bi sloganên vala naxapim. Dibêjim emel, praktîk...
Êdî ne xemxurê hemû karkir û feqîrên dinyayê me. Bêtir realîst bûme.
Êdî bala min tenê li ser gelê min e, li ser perîşaniya min e. Êdî porê xwe ne ji bo xelkê, ji bo gelê xwe dirûçikînim.
Ez kole bûm, min dixwest karkir û feqîrên ne kole, xwedî welat xelas bikim.
Ez pir dereng fêr bûm dibê meriv tu carî sedî sed baweriyê bi însên neyne; dîtina kesên wer pir û pir zor e.
Ev nayê maneya merivê bi kesî ra hevaltiyê neke, ji kesî hez neke, ji kesî bawer neke.
Na, qesta min ne ew e, lê bi însanan baweriya sedîsed safiyeke mezin e, carnan meriv xeyalşikestî dike.
Lê makîneyeke wek kevirê mîhengê tuneye meriv hevalê baş û
xerab di serî da ji hev bigerîne. Jê ra wext û serpêhatî lazim e, baş û xerab di
rojên teng da, di tîcaretê da, di wexta hilbijartina pere û camêrîyê da
derdikevin ortê. Heta neqewime meriv hev û du nas nake.
Mêr û tirsonek di şer da, di rojên giran û teng da xuya dibe.
Min di jiyana xwe gelek dostên, hevalên ez xeyalşikestî kirim dîtin. Dibê min texmîn bikira. Însan kane kuş, kurmî û pîs derkevin.
Esas hebekî normal e jî, ne ez Zinarê 20, 30, 40 sal berê me û ne jî ew kesên 20, 30, 40 sal berê ne.
Ez jî guherîm, ew jî guherîn.
Gazina min ne ji guherînê ye. Hinek kes bûn tiştekî din, pera, timayiyê ew kerin kertal û bi ber bê xistin, berjewendî, pere li ku bû berên xwe dan wir.
Hemû xetên sor derbas kirin.
Lê netîce gelek kesên berê min ji wan hez dikir, di dilê min da ciyekî wan ê taybet hebû, nuha ew jî vala ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar