22 oktober 2018

Naskirina baş û xeraban



Herî zêde di şer (herbê) da baş û xerab ji hev digerin, xuya dibin. Di van çend salên dawî da, di şerê Îraqê û Sûriyê da me dît bê ereb û tirk çiqasî neyarên serê me ne. 

Gava fersend ket destê nas, dostên me yên herî baş, cîranê me yê salan di cî da xirpişîn ser namûsa me û dest kirin gewriya me, malên me talan kirin, bûn celad û serên me firandin.


Berê me nizanîbû, me bawer nedikir ewê hewqasî bêûjdan, bêbext, bênamûs û tîniyên xwîna me bin.

Nuha êdî her kurd î, nezanê me yê herî nezan jî, xayinê  me yê herî xayin jî fêm kir belkî ji sedî 99ê ereb û tirkan amade ne bibin celadên cîranê xwe, hevalê xwe, kirîbê xwe yê kurd.


Polîs li Diyarbekrê nahêle parlamentera HDPê Saliha Aydeniz here cenazeyê gerîlayekî kuştine. Polîs rêya wê dibere û dibêje ”em nahêlin tu herî cenazeyê terorîstekî !”

Him kurdek kuştine û him jî nahêlin merivên yê mirî, dost û xizmên wî herin cenaze û şînê.

Hovîtiyeke wiha, zulmeke wiha, neînsaniyetiyeke wiha li tu derê nehatiye dîtin. 

Kurd û tirkên dibin şahidên vê nemirovahiyê, vê zorbatiya irqçî û faşîst û dengê xwe nakin û hîn jî destegê didin vê rejîma ji faşîst merivên pir xerax in.

Dibê meriv bibêje tiştê hûn dikin derî hemû normên însaniyetê ye. Meriv çûna cenaze û şînê li xelkê yasax nake.

Lê heta dewleta me tunebe halê me ewê tim ev hal be. Çimkî dijminên me pir zalim û bêmerhamet in, pir hov in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE