21 oktober 2018

Îşev jî wiha çê bû...



Îşev şîva Zinarê Xamo dîsa masî bû. Lê ev masî naşibe masiyên normal, ev masî piçekî taybet e, meriv kane bibêje masiyê zaroka ye. Bi swêdî jê ra dibêjin ”fiskpinnar”. Yanî masiyê zîfêlê, dîlimkirî yê sorkirî.

Li zarokxane û xwendegehan ev masî xwarineke faworiyan zarokan e.


Çêkirina wî pir rehet e, çimkî hazir e, meriv tenê sor dike.

Ez bi xwe jê hez dikim, paqij e, çêkirina wî rehet e û tahm û lezeta wî jî li gorî min xweş e.

Min got îşev ez xwe ji bo zikê xwe xwe zêde newestînim, fîskpînnar û şeraba sor perfekt e.

Helbet xanim heba xweştir bû, me yê bi hev ra bixwara û vexwara. Xwarina bi hev fra xweş e. Lê rojên bi jimar zû diqedin, hindik ma...

Hinekê dîsa bibêjin masî û şeraba sor? 

Heyran bi Xwedê li mal tuneye, ev şûşa dawî bû, ji ber festê mabû, min bi xwe nekiriye, hevalekî anîbû. 

Sibe ya dusibe ezê herim tekelê û embara xe dagrim û wê çaxê ezê ya spî jî bikirim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE