21 oktober 2018

Çi qîmeta hebûna we heye ?




Rûdaw hema hema her roj li ser êrîş û zulma ereb li Kerkûkê li kurdan dikin xeberekê belav dike.

Îro dîsa li ser Kerkûkê xeberek heye, di xeberê da dibêje ereb dixwazin kurd sê gundan vala bikin


Pêr jî Rûdawê nivîsî, got w
ekîlê waliyê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî, ji bo ku 43 rêxistin û sendîkayên kurd Kerkûkê biterikînin, meheke molet daye wan, ji wan ra gotiye "heta mehekê dibê hûn ji Kekûkê herin û van avahiyan teslîmî me bikin."

Bifikire mêrik ji 43 rêxistinên kurd ra dibêje hûnê him avahiyên xwe bidin me û him jî Kerkûkê biterikînin !

Rûdawê nivîsîye lê ji hukûmetê deng tuneye, dengê xwe nakin, çimkî bi ereban ra bazara kursiyan dikin.

Îro jî dibêjin ereban ji kurdan ra gotine hûnê sê gundên xwe vala bikin, ereb ewê werin li wan gundan bi cî bibin.


Ji roja Kerkûk hatiye dagirkirin û vir da ye li ser Kerkûkê û terorîzekirina kurdan bi sedan xeberên/nûçeyên bi vî rengî belav kirin. 

Li ser vê zulma ereb li Kerkûkê li kurdan dikin heta nuha min nedîtiye ne hukûmetê û ne jî pertiyekê tiştek gotiye ya jî kiriye. 

Xelk dike gazî û hawar, ji hukûmeta Kurdistanê û partiyan alîkariyê dixwaze, lê ew jî bûne wek miriyên di gorran da, qet deng ji wan dernayê.

Ji dêlî ku herin gazî û hawara gelê xwe, li ser serokkomariya Îraqê û cîgirtina di hukûmetê da bi ereban ra ketine birr û bazariyê.

Tew kes qala zulma ereb li Kerkûkê li kurdan dikin nake, fena ku Kerkûk ne bajarekî wan û kurdên wir jî ne kurd bin.

Wey ev siyaseta we têkeve binê erdê!

Hûn ne tiştek in, we ev miletê reben bi xwe ra perîşan kir.

Yaho hûn çi sekinîne, bi dehheezaran pêşmergên we hene, herin midaxele bikin, îltomatomekê bidin hukûmetê, bibêjin heger hûn gelê me rehet nehêlin, emê tiliya xwe li çave we xin, emê çi yê we çi yê we kin !

Ma pêşmerge, hewqas sîleh û cebilxane ji bo çi ye ?

Ereb li ber çavên we xwe li gelê we diboqînin, dikanên wan, malên wan, gundên wan ji wan distînin. Bi hezaran ji ber zulma ereban reviyane, koçber bûne.

Lê hûn hîn jî lê temaşe dikin!

Hîn jî hûn newêrin ji ereban ra, ji Bexdayê ra bibêjin hilêbilê, hûn li hemberî wan newêrin bibêjin kirt!

Heger hûn îro gelê xwe neparêzin, hûnê kînga biparêzin?

Heger hûn wek hukûmet, wek partî îro du gotinan ji Bexdayê ra nebêin, hûnê kînga bibêjin?

Hewqas pêşmerge û sîlehên we ji bo çi ne?

Heger hûnê nikanibin gelê xwe biparêzin hebûna we, hukûmeta we ji bo çi ye?

Hûn serok, serokwezîr û wezîrê çi ne, çi qîmeta hebûna we heye?


Erb dest didin ser mal û erdên kurdan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE