21 oktober 2018

Negere li ciyên kaş, nebîne xewnên fahş !



Suûdîyan bi kuştina Kaşikçî tam li çaviyê, li hedefê xistine, zilamekî Tirkiyê yê qerase ji ortê rakirine.

Carnan bi tesadufî topa Xwedê li neyarên kurdan dikve û bela xwe dibînin. 


Naletî bi qasî Bahçelî û Soylu neyarê kurda bûye, di 15ê tebaxê da di TVya Syria da dagirkirina Efrînê pîroz kiriye û xwestiye hemû rojava were dagirkirin. Li ser dagirkirina Efrînê wiha gotiye:

” Efrîn serkeftineke mezin bû. Ne tenê şiklê girtinê, Tirkiyê pir paqij şer kir. Qet tiştek xera nebû. We tahrîbata Reqayê dît. Ji vê jî muhîmtir Tirkiyê ew herêm teslîmî sûriyeyiyan kir.”

Wek tê dîtin ji Soylu ne kêmtir e, namerdekî temam e.

Neyarekî wiha tahlûke bêyî ku destê kurdan di xwîna wî bigire, suûdiyan ji ortê rakirine. 

Helbet kuştina însanan bi vî hawî ne rast e, nayê parastin, lê me nekiriye û tiştê bûye ji bo me tesadufeke baş e.
Negere li ciyê kaş, nebîne xewnê fahş...

Salihê Hec Nûreddîn‏: Ferqa me û dijmin tunne wê wextê, te mêrik kire dijminê kurda û bûy karlî ji mirina wî, bi sedê hezaran ereb û tirk û faris sibê nivro êvarî dijminayetîya kurdan bi "gotinan" dikin de rabe here wan bikuje! Ev yeka te, li gor min, ne di cî de bû...


Zinarê Xamo‏: Min tiştekî "ne di cî da negotiye". Min gotiye, "kuştina însanan bi vî hawî ne rast e, nayê parastin, lê me nekiriye û tiştê bûye ji bo me tesadufeke baş e. Ma hîn çi bibêjim, reşê girê dim û şînê bikim? Min gotiye neyarekî kurda ye! Ma derew e?
Gotinên wî li ser Efrînê bixwîne !



-Erebîstana Suûdî dawiya dawî mecbûr ma cînayeta Kaşikçî qebûl kir. Lê belê dixwaze qetlê bike qeza, bike tiştekî bêhemdî û bi vî hawî ji stuyê xwe derxe.

Li gorî beyana Suûdî, ”li Konsolosxaneyê di nabêna Kaşikçî û hin suûdiyên din da teşxele çê bûye û di netîceya vê arbedeyê da Kaşikçî mirî ye”

Ê heger bûyer bi rastî wiha ye, wek ew dibêjin Kaşikçî di arbedeyê da hat kuştin, wê demê çima heta nuha înkar kirin, çima heta nuha veşartin, çima gotin haya me jê tuneye û ji Konsolosxaneyê çû ye?

Heger bi rastî "bêhemdî", di netîceya pevçûnekê da hatiba kuştin, ewê eynî rojê bigotana tiştekî wiha bû, qatil ev in û îspata bûyerê jî ev, ev e.

Lê ji dêlî wê înkar kirin, gotin em nizanin ku da çû ye û li ku ye...

Feqet haya Tirkiyê ji destpêkê ji kuştina wî hebû, Tirkyê baş zanîbû Kaşikçî hatiye kuştin. Çimkî ew jî bi hawakî di nav da ne.

Yanî Kaşikçî di netîceya arbedeyekê da hat kuştin vir e, wan kuşt, nuha jî dixwazin cînayeta xwe bikin ”qeza”. 

Di cînayetê da Tirkiye jî ne paqij e.

Kaşikçî bi qasî faşîstekî tirk neyarê kurdan bû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE