20 oktober 2018

Pesnê kesên bi kurdî nivîsîne dide lê ew bi xwe bi kurdî nanivîse...



Hemû kurdên miletperwer, dîndar, îslamî ji Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî pir hez dikin. Lê belê hemû tiştê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî mezin kirine, ew kirine sembolên netewî nakin; yanî wek wan bi kurdî nanivîsin. 


Yê bêje Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hemû kurdên bi kurdî nivîsîne ji gelê xwe ra karekî baş kirine û pesnê vê xebata wan bide, dibê ew bi xwe jî wek wan bi kurdî binivîse û ji ziman û edebiyata gelê xwe kevirekî bide ser kevirekî.

Him pesnê E. Xanî bide û him jî wek wî neke, nabe
Him pesnê berhemên wan, nivîsîna wan a bi kurdî dide, him jî ew bi xwe bi kurdî nanivîsine.

Ev yek nakokiyeke pir mezin e. 

Yê bi rastî, ji dil bawer bike Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bi nivîsandina kurdî karekî rast û baş kirine, dibê ew jî hewil bidin wek wan karê baş bikin.

Îro bi hezaran, bi sedhezaran kurd di warê fikrî da tiştên Ehmedê Xanî gotiye diparêzin, lê belê wek wî bi kurdî nanivîsin û wek wî û hemû kurdên bi kurdî nivîsîne ziman û edebiyata gelê xwe bi pêş naxin.

Ji dêlî wê, ji tirkî û ji erebî ra xizmetê dikin, ziman û edebiyata tirkî û erebî zengîn dikin û pê ra jî kurdan dihewisînin tirkî û erebî, yanî asîmîle dikin.

Tu yê him Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û yên wek wan bi kurdî nivîsîne bi asîmanan xî û him jî bi xwe bi kurdî nenivîse...
Ev yek nakokî ye, newekheviya, dijberiya fikir û zikirê wan nîşan dide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE