29 oktober 2018

Li dijî asîmîlasyonê hevkariyeke dereng lê gelekî girîng...



Neh rêxistin û partiyên kurd ji bo ku li dijî asîmîlasyonê dengên xwe bilind bikin, li Diyarbekrê bi şîara ” îro zimanê me, sibe netewa me têk diçe”, hatin ba hev û bi hev ra beyanek mişterek belav kirin. 

Gaveke pir dereng e, dibê ev konferans, ev yekîtî 40 sal berê bibûye. 


Lê bi derengî be baş e. 

Ez însîyatîfê pîroz dikim û destegê didimê. 

Hêvî dikim di gotinê da nemîne û xwediyên vê însîyatîfê bi xwe vê biryara xwe têxin praktîkê. Yanî ji nuha û pê da bi hev ra. Bi zarokên xwe ra û di civînên xwe da bi kurdî bipeyivin.

Zimanê me ketiye ber sikratê, li ber mirinê ye. Dijmin tiştek di me da nehîştiye. Dijmin zane bi serketina asîmîlaasyonê ra,  bi mirina zimên ra wek gelek miletên din emê jî bibin tirk.

Tiştê di beyana vê konferansê da tê gotin, ev nêzî 40 salî ye ez dibêjim, ji partiyên kurd însîyatîfeke wiha dixwazim. Lê heta nuha kesî guh neda gazî û hawara min û wan bi xwe jî tu carî ziman muhîm nedîtin.

Hêvî dikim ev yekîtî di tarîxa me da bibe destpêkek nuh û partiyên me êdî siyasetê ne bi tirkî, bi kurdî bikin û ji dewletê jî bi israr resmîbûna zimanê xwe bixwazin.

XXX
Li Tirkiyê ji bo milyonek xwendekarên ereb mamosteyên erebî lazim in. Tirkiye mamostên zimanê erebî ji welatên ereb tîne. 

Li Kilîsê dersa erebî didin mamûrên kamûyê ji bo ku mamûrên dewletê bi ereban ra bi erebî bipeyivin.

Çimkî li Kilîsê nufûsa ereban ji ya nişteciyên bajêr zêdetir e.
Dewlet ji ereban ra viya dike, lê ji kurdan ra çi dike?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE