28 oktober 2018

Henekek nedîtî û pir xweş !



Ev cara pêşî ye ez henekeke hewqasî xweş û nedîtî dixwînim….

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar gotiye, ”Bêyî destûra Tirkiyê kes nikane li herêmê gavekê bavêje, Tirkiye ewê tu carî destûrê nede tiştekî wiha.!


Yanî dibêje ewê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf. Rast e, heger ji destê we were hûnê nehêlin. Viya her kes zane.

Tirk bûne bela, bûne qîr, bûne xwîna kera reş û ketine deriyê me kurdan.

Emê ji vê belayê çawa xelas bibin ez nizanim…

Gava em dibêjin filan kes mirina xwe kiriye çavê xwe, bûye xwîna kera reş û di me geriya ye, tê wê manê li dinyayê tu belayeke ji wiya mezintir tuneye...

Hulîsî Akar di vê nabênê da henekek pir xweş jî kiriye. Ez bawer nakim heta nuha tu kesî kanîbûye henekek hewqasî xweş bike. 

Akar gotiye:

”Welatê me bi nirxên xwe yên însanî û demokrasiya xwe ya bi hêz hêvîya miletên mezlûm û mexdûr e û ewê vê hêvîbûna xwe bi rengekî layiqî bav û kalên xwe didomîne (!)”

Ez merivekî ji henekan, ji mîzahê hez dikim û heta ji min tê jî berhemên mîzahî taqîb dikim.


Lê di jiyana xwe da ev cara pêşî ye ez henekeke hewqasî xweş dixwînim; tirk û însaniyet, tirk û demokrasî ! ! !


Cêwîanîna qantirê çiqasî mimkûn e, însanîyet, medenîyet û demokrasiya tirkan jî hewqasî  mimkûn e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE