28 oktober 2018

Cezayê jenosîda kurdan tunye !



Em zêde bi paş da neçim û qala tiştên di van sed salê dawî da Tirkiyê, Îranê û Îraqê anîne serê kurdan, qetlîamên kirine nakim, bûyera Şengalê wek  jimar, mîqtar nebe jî, lê wek naverok, qalîte jenosîdeke wek ya ermenîyan û cihûyan e.


Ferdeên miletekî ji ber dîn û qewmîyeta xwe  marûzî jenosîdekê bûye. Bi hezaran peya hatine kuştin, bi hezaran jin û keçikên biçûk hatine revandin û wek koleyên seksê hatine firotin.

Jenosîdeke ji viya mezintir tuneye. Û hemû jî li ber çavê dinyayê dibe. Bi hezaran belge, şahid, fîlm hene.Qatil tên naskirin. Welatên alîkariyan qatil û celadan dikin tên zanîn.

Yanî di nabêna tiştên tirkan anîn serê ermeniyan û naziyan anîn serê cihuyan û ya Daîşê û musilmanan anîn serê êzîdiyan tu ferq tuneye.

Lê reaksiynona dinyayê li hemberî jenosîda ermeniyan û cihûyan nîşan da û dide, li hemberî ya êzîdiyan nîşan nade.

Nade, çimkî êzî kurd in û kurd jî miletekî bêdewlet in.

Lema jî kes qatil û Celadên Daîşê û musilman û dewletên piştgirî dan wan nagrin û mahkime nakin.

Heger tiştê ereb û misilmanan anîn serê êzdiyan, Îsraîl anîbûya serê filistîniyan musilmanan ewê dinya xera bikirana.

Neteweyên Yekbûyê, Yekîtiya Ewrûpayê ewê qiyamet rakirina, ewê dinya li Îsraîl bikirana zîndan.

Heger belovacî wê, ereb û musilmanan eynî tişt bianîna serê cihûyan/yahûdiyan, îcar ewrûpiyan, Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî ewê çiyamet rakirana.

Çawa nazîzt di mahkima Nurnbergê da mahkime kirin û hemû  ceza kirin û yên xwe veşartine jî ava digrin ceza dikin, nuha jî ewê eynî mahkima qatilên Daîşê û musilman jî daniyana û sûcdar derxistina ber mahkimê.

Lê ji ber êzdî kurd in kesî tiştek bi Daşîê, bi qatil û celadên musilman û dewletên piştgirî dan wan, ew şargeh û perwerde û fînanse kirin nekir. 

Ji dêlî ku qatil û celadên îslamî û dewletên li pişt Daîşê bigrin, ceza bikin, Rûsya, Fransa, Almanya bi wekîlên Daîşê û qatilên îslamî ra rûdinin û birr û bazarê dikin. Bazara ewê van celad û qatilên îslamî li ku derê bi cî bikin dikin.

Çima? 

Ji ber ku êzdî kurd in û kurd jî miletekî bêkes û bêdewlet e !

Lema jî ereb, Daşîş, Îran û Tirkiye kane her tiştî bîne serê êzdiyan û kurdan, kanin wan bikujin, jinanên wan bikin koleyên seksê û bifroşin, lê dîsa jî neyên girtin, dîsa jî neyên mahkimekirin.

Çimkî kurd in.

Cezayê jenosîda kurdan tunye !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE