27 oktober 2018

Rûsya zexeliyê dike



Meriv ji xeber û şiroveyên medy ya rûsyayê û ji beyanên hin siyasetmedarên rûs fêm dike Amerîka dilsoz û piştgirê avabûna dewleteke kurd ya serbixwe ye û dixwaze li Sûriyê bingehê vê dewletê deyne. 







Tirkiye helbet bi şîdet li dijî vê siyaseta Amerîkayê ye û ji bo ku Amerîka dev piştgiriya vê siyaseta xwe û pişgriya kurdan berde her rêyê û metodê diceribîne. Gelo ewê kanibe Amerîka îqna bike ya na hîn ne diyar e.

Rûs di vê meselê da oportunîstiyê dikin û piştgiriyê nadin Amerîkayê. Ji dêlî ku destegê bidin kurdan û Amerîkayê, dibêjin nuha ne wext e û bêtir xwe nêzî Tirkiyê û Sûriyê û Îranê dikin. Ev jî tê maneya destegê dide dijminên kurdan.

Lê hîn gotina dawî nehatiye gotin, heger Amerîka dev ji piştgiriya kurdan bernede û di vê xeta xwe da israr bike, Rûsya ewê bi otonimiya kurdan razî bibe.

Nuha li rojava yekîtiya kurdan pir muhîm e, dibê hemû partî û hêzên kurd dev ji dijminatiya hev berdin û wek cepheyeke netewî doza azadiya xwe bikin. Perçebûna kurdan li ser masê ewê zirareke mezin bide wan.

Dibê yek kurd jî di nava çepheya tirk-ereb da nemîne.

Hevalbendiya Artêşa Sûriya Azad û Tirkiyê malwêranî ye, parastina bindestiya kurda ye.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE