27 oktober 2018

Tu çi bikî jî ez ya te me



Kurdan berê tiştên pir xweş gotine, pir xweş stran e. Zargotin û folklora kurdî pir dewlemend e. Lê ev kultur adet her ku dihere kêm dibe. Qet nebe meriv yên hene top bike û biweşîne. Hin kesan ev kar kirine, karê wan hêjayî teqdîrê ye. Lê kêm e, çimkî tiştên hatine topkirin û belavkirin ji deve guh e, belkî ji hezar î ne yek e jî.

Fermo sê heyranokên din:

-Lo lawiko bejna te zirav e dara tûyê
Hişin bûye li ser kaniyê
Tu çi bikî jî ez ya te me

Ez razî me bi derdê hewiyê
- Behra Wanê behra zer e
Sîng û berê min defter e
Heger tu bawer nakî
Binêre navê te li ser e

-Delal bira gunehê min bi tîremar be
Li ser rêka te bi gopal be
Wa ye tu diçî welatê xerîb û xurbetê
Bira stuyê te tim bi ser min da xwar be

-Li zîrveyê, li ser qotê çiyê meriv rastî mar jî tê û rastî qertel jî tê. Lê belê yek bi kişîna bi erdê ra û yê din jî bi firînê hilkişiya wir.
Hin însan qertel in û hin jî mar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE