26 oktober 2018

Kurd nikanin li bajarê xwe semînerekê jî çêkin



Merdan Newayî (Aydın Uneşi) ewê sibe li Fûara Batmanê ya Kitêban li ser xebata xwe "Tesrîfa Teremaxî" semînerek bida.

Lê Organîzasyona Fuarê destûra semînera Merdan Newayî nedaye.
Li welatê me, li bajarê me tirk nahêlin em bipeyivin, semînerekê, konferansekê bidin, civînekê çê kin.
Û bi hezaran kurd hîn jî piştgiriya vê partiyê û vê rejîma irqçî, faşîst û antî-kurd dikin.

Her ku em hustuyê xwe xwar dikin, bêtir li me siwar dibin. Çimkî zanin kurdên bûne xulamên wan ewê dev ji wan bernedin, ewê rayên wan kêm nebin.  

Dibê kurd ji weşanxaneyên tirk yek kitêbê jî nekirin û li yek nivîskarekî tirk jî guhdarî nekin.

Ev ji destê me tê û dibê meriv bike. 

Heger piçek xîret bi meriv ra hebe meriv ji weşanxaneyên tirk kitêban nakire û li tirkan guhdarî nake.

Mem Dogala Kekê Zinar, xwezî ew xîretkêşîya me kurdan hebaye, mixabin gelek kurd ji vê helwesta ku cenabê we dîyar kirî bêparin. 

Zinarê Xamo Mixabin wisa ye.

-Yek ji min ra bibêje Xwedê heye ya jî tuneye qet zirarekê nade min, ne min feqîr dike, ne jî zengîn.
Lê gava li ser navê dîn û Xwedê, ji ber ku ew dîndar e, ez ne dîndar im, ji ber ku ew nimêjê dike ez nakim û ji ber ku ez alkolê vedixwim bela xwe di min û di kesên ne dîndar bide problem e.
Dîndar, bawermend bira dîndariya xwe bidomînin, ji çi bawer dikin bira bikin, lê bira wek îslamîstan, wek Daîşê bela xwe di xelkê nedin, mudaxeleyî şiklê jiyana însanan nekin.
Heger her kes wiha bijî problem çê nabe…

-Li zîrveyê, li ser qotê çiyê meriv rastî mar jî tê û rastî qertel jî tê. Lê belê yek bi kişîna bi erdê ra û yê din jî bi firînê hilkişiya wir.
Hin însan qertel in û hin jî mar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE