Xortên, kurdên salên 1960î, 1970î ji xortên, ji kurdên nuha
pir cihêtir, dilsoztir û pir fedakartir bûn û bê hîle û bê xurde bûn. Evîndarê kurd û Kurdistanê bûn.
Navê Kurdistanê, gotina azadiyê û serxwebûnê, şiîreke kurdî dilê me radikir pêdarê û em her tim amade bûn ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda bikin.
Mal, milk, dibistan, kar, pere, jin, zarok qet di rojeva me da tunebû, hemû tiştên talî bûn, em ji bo rizgarkirina Kurdistanê hebûn.
Baweriya me bi me hebû, me bawer dikir emê zora dijmin bibin û welatê xwe rizgar û gelê xwe azad bikin. Hemû dinya me kurd û Kurdistan bû, bêyî wiya tu xeyal û armanceke me tunebû.
Lê îro ne navê Kurdistanê û ne jî gotina azadiyê û serxwebûnê tu tesîrê li xortan û li kurdan nake, dil û hestên însanên îro êdî ne navê Kurdistanê û şîara azadî û serxwebûnê, debara jiyanê û pere radike pêdarê, ew tesîrê lê dike.
Bi sloganên berê êdî em nikanin tesîrê li merivên îro bikin, kultur û normên însanan hatine guhertin, kurd êdî ne kurdên 50-60 sal berê ne…
Berê straneke kurdî, şiîreke Cegerxwîn û xwendina Nutqa Nûrî Dêrsimî kela dilê însên radikir û dikir canfîdayekî kurd û Kurdistanê.
Lê îro însan bi wan tiştan lêva xwe hil dikin.
Bi sloganên, bi wasiteyên 50, 60 sal berê nabe, gerek em siyaseteke li gorî însanên îro bimeşînin, gerek em bizanibin bi zimanê îro bi xortan ra bipeyivin. Yanî siyaseteke li gorî gelş û realîteya îro bimeşînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar