Gava di facebookê û twîttê da dibînim kurdekî, kurdekê bi
kurdî stranek gotiye, şiîrek, çîrokek, romanek nivîsîye, fîlmek çêkiriye, yanî
bi kurdî çi çêkiribe kêfa min tê, dilşa dibim û diecibînim, pîroz dikim, teqdîr dikim,
dibêjim her bijî, te karekî pir baş kiriye.
Lê roja din hew dibînim eynî kesî/kesê îcar bi tirkî nivîsîye, kêfxweşî û hêviya min di dilê min da diqurçime. Dilşahî û kêfxweşiya min pir kin dajo.
Îcar xemgîn dibim.
Asîmîlasyon nexweşiyeke pir giran e, hin kes nikanin xwe ji neweşiyên wê xelas bikin.
Çi heyf bi piraniya siyasetmedar û kesên destên wan qelemê digrin, sinetkar û hunermendên me ra îstîkrar tuneye. Destê wan ji tirkî nabe, bi gelekan ra bûye nexweşiyeke kronîk.
Çawa piraniya narkomanan nikanin dev ji narkotîkayê berdin, kurdên hewisîne tîrkî jî nikanin dev ji tirkî berdin. Rojekê, du rojan li ber xwe didin, lê roja siyan dîsa vedigerin ser tirkî.
Çimkî tirkî bûye kurm û ketiye bedena wan, bi hinekan ra bûye kansêreke giran, nikanin jê xelas bibin.
Lê nexweşî çiqasî giran be jî meriv dev ji tedawiyê bernade, feydeya tedawiyê hebe, tunebe meriv didomîne.
Emê ji wan ra tim bibêjin israra di tirkî da malwêranî ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar