Demokrasî şiklê îdareyeke wiha ye her kes kane ji maf û
îmkanên wê feydeyê bibîne û pozîsyona xwe pêş da bibe û bibe xwedî hukim û
desthilat.
Di demokrasiya temsîlî da li hemberî hêz û îdeolojiyên ne demokratîk, totalîter, yên li dijî demokrasiyê tu frên û sîstemeke alarmê tuneye.
Hêzên radîkal, antî
demokratîk, îslamî, faşîst û yên wek wan jî kanin ji maf û îmkanên demokrasiyê feydeyê
bigrin, bi rêyên ”demokratîk” werin ser hukim û dû ra demokrasiyê ji ortê
rakin.
Li gelek derên cîhanê wiha bûye.
Hîtler bi rayên gel hat ser hukim.
Li Misrê jî îslamîst bi rêyek demokratîk û bi rayên gel hatin ser hukim û dû ra xwestin Misrê bikin dewleteke îslamî.
AKP jî ne bi zor, bi rêyek demokratîk hat ser hukim. Lê netîceya wê li ber çava ye. Piştî hukim girtin destên xwe maf û azadiyên hebûn, ”demokrasiya” kor, topal û seqet jî gava bi gav ji ortê rakirin û nuha rejîmeke tam dîktator, îslamî û ya yek kesî heye.
Li ku dera dinyayê îslamî hatine ser hukim, bi xwe ra felaket anîne, zulm, teror û rejîmeke dînî, fundamantalîst bi cî kirine.
Îslam, îslamîyet îdeolojiyeke li dijî demokrasiyê ye, xwe tenê rast dibîne û hemû îdeolojî, dîn, felsefe û şiklê jiyanê wek kafirê dibîne, dibê wan bike musilman.
Îslam, ne baweriyeke dînî û îbadetê tenê ye, îslam sîstemeke siyasî ye, norm û prensîbên, şiklê jiyana însan jî tayin dike.
Di demokrasîyan da her kes azad e, dewlet kesî mecbûrî îdeolojiyekê, dînekî, siyaswetekê, piştgiriya partiyekê, serokekî nake.
Lê di rejîmên îslamî da ne wiha ye, însan gerek li gorî şertên îslamê bijîn û dewlet çi bixwaze wiya bikin.
Li Îranê kes nikane Xumeynî û li Tirkiyê kes nikane Erdogan rexne bike. Yê rexne bike ciyê wî hefs û zindan e.
Îslamîstan tiştên li Li Îranê, li Misrê, li Tirkiyê kirin, ewê li Swêd jî û li Ewrûpayê jî bikin.
Ewê Swêd jî, Almanyayê jî, Holandayê, Belçîkayê, Îngilistanê, Danîmarkayê û Fransayê jî bikin Tirkiye, Afganîstan û Sûriye.
Çawa li Tirkiyê destpêkê ji demokrasiyê feyde dîtin û hatin ser hukjim û dû ra îdeolojî û şiklê jiyana xwe li ser xelkê ferz kirin, dinya li kurdan û li hemû mixalifên xwe kirin zindan, li Swêd jî eynî tiştî bikin. Û gav bi gav dikin jî.
Lê swêdî saf in, xêv in hîn plan û armanca îslamîstan fêm nekirine. Lê çend salên din ewê pir poşman bibin, bes wê demê jî pir deren ge. Tiştê hat serê tirkan û farisan li Swêd ewê were serê me jî.
Îslamîstên nuha bûna hewariyê demokrasiyê, abûqatiya demokrasiyê dikin, sibe gava xurt bibin, îmka têkev edestê wan, ewê Swêd jî bikin Tirkiye û Îran.
Di vê da dibê şika kesî tunebe. Li her dera tevgera îslamî lê heye şer teşxele û promlem lê heye, rehetî, huzûr lê tuneye.
Li Swêd jî her dera, her semta musilman, hêzên îslamî, ereb, somalî lê zêde bûne bûye geto û herêmeke problem, kesên ne ji wan ji wan deran reviyane û hêrêm ketiye bin detê wan û bûye getoyek polîs jî nikane herê.
Heger swêdî bi vî hawî sînorên xwe vekirî bihêlin û himêza xwe ji musilman û îslamîstan û her kesî ra vekirî bihêlin dawiya, taliya swêd pir û pir xerab e
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar