31 oktober 2018

Heta kesên wiha rêberên kurdan bin kurd tu carî îflah nabin !



Du roj berê li Diyarbekrê 9 partî û rêxistinên kurd hatin ba hev û ”Platforma Zimanê Kurdî” ava kirin. 

Li gorî beyana wan, ev 9 partî û rêxistin ewê bixebitin ji bo ku kurdî bibe zimanê bazarê û kurd ji nuha û pê da giraniyê bidin zimanê xwe.

HUDAPAR û HAK-PAR beşdarî vê platformê nebûn.


Li gorî Rûdawê îro nivîsîye, ji ber ku platformê ban HUDAPARê nekiriye ew beşdar nebûye.

Lê HAK-PARê însîyatîf û xebateke wiha rast nedîtiye û lema jî beşdarî civîna platformê nebûye û beyana wan jî îmze nekiriye.

Ji bo çi HAK-PAR  tevî ”Platforma Zimanê Kurdî” nebûye, seroka HAK-PARê ya Amedê Berîn Erenê ji Rûdawê ra wiha gotiye:

“Li gorî baweriya me divê akademîsyen, komele, sazî û dezgehên sivîl li ser ziman nîqaş bikin. Ev mijara wan e. Lê helbet em di polîtîkaya xwe ya partiyê de pir girîngî didin ziman.”

Wey maşela, wey meşela, hezar û yek carî ji maşela !

Seroka partiyeke kurd dibêje xebata li dijî asîmîlasyonê ne karê me ye, mesela akademîsyen, komele û dezgehên swîl e. Wek partî ew îşê xwe ji vê yekê naynin. Loma jî beşdarî xebatên wiha nabin…

Skandal û trajediyeke pir mezin e!

Ji bo ku yeka wiha li ser navê kurdan siyasetê dike û bûye seroka partiyeke xwedêgiravî ji xwe ra dibêje ew partiyek kurd e, bêtalihiyeke mezin û trajedî ye.

Bi tirkî dibêjin ”yê rêberê wî qijik be pozê wî ji gû dernayê.” Heta kesên wiha serok û rêberên kurdan bin, kurd tu carî îflah nabin. 

Meriv yeka wiha nake seroka xwe. 

Meriv nade dû yeka xwediya van fikran. 

Berîn Eren xanim bi tirkiyeke ji tirkiya stenboliyan baştir dipeyive. Yeka wiha helbet ewê beşdarî civîna ”Platforma Zimanê Kurdî” û xebatên li dijî asîmîlasyonê nebe.

Belkî bi kurdî jî nizane. 

Lema jî pir normal e HAK-PAR beşdarî xebatên wiha nebe.

Gava seroka partiyê bi xwe bi telewîzyoneke kurdî ra ne bi kurdî, bi tirkî bipeyive, nikanibe du sê gotinan bi kurdî bibêje, ewê çawa beşdarî civîn û xebatên li dijî asîmîlasyonê bibe?

Helbet ewê li dijî xebatên wiha be, xebatên wiha rast nebîne…

Lê bi kurtî, him beşdarnebûna HAK-PARê ya platforma zimên û him jî gotinên Berîn Eren xanimê yên li ser sebebê beşdarnebûna HAK-PARê skandal e, trajedîyeke mezin e…

Venexwendina(dawetnekirina) HUDAPARê jî ne rast e, dibê palformê HUDAPAR jî vexwenda. Dibê meriv xebatên wiha dûrî gelş û dijayetiyên siyasî bigre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE