31 oktober 2018

Heta pozê tirkan neyê firikandin bela xwe ji kurdan venakin



Tirkiye dixwaze berî qanûna esasî ya Sûriyê were nivîsîn hucûmeke mezin bibe ser rojavayê Kurdistanê û çend bajarên wek Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê û hin derên din dagir bike. 

Dibêjin ji bo ku em nehêlin kurd di qanûna esasî ya Sûriyê da bibin xwedî maf dibê em zû rojava dagir bikin. Û bi vê dagirkirinê li ser masê kartên di destê Tirkiyê da ewê xurt bin.


Yanî hemû derdê tirkan kurd li Sûriyê nebin xwedî mafekî herî biçûk jî.

Ji bo wê Tirkiye pir ecele dike. Dixwazin îro sibe êrîş bikin…

Lema Erdogan îro(30/10) got ji bo êrîşeke berfireh hemû haziriyên xwe qedandine û di demeke pir nêz da ewê êrîş bikin.

Heger Amerîka destûrê nede Tirkiye nikane êrîş bike. Lê tirk kanin reaksiyona Amerîkayê biceribînin jî.

Amerîka li dijî dagirkirina Efrînê dernekt, got Efrîn ne saha me ya operasyonê ye.

Lê nuha ji bo Kobanê, Minbicê, Serêkaniyê, Amûdê û Qamîşloyê nikane tiştekî wiha bibêje, çimkî Kobanê û derên din di bin kontrola wan da ye.

Heger Tirkiye îro sibe êrîş bike, maneya xwe Amerîkayê destûr daye. Heger destûr nedabe dibê lêxe.

Lê bi dîtina min gefên Erdogan cidî ne, ne henek û blof in. Dibê kurd baş haziriya xwe bikin. Hêvî dikim Amerîka wek Rûsyayê bi kurdan ra bêbestiyê neke.
2018-10-30

Hamed Barackilic Birêz Zinarê Xamo. Gor şîrove we, wê tirk êriş bikin û serkeftî bin?

Zinarê Xamo Bi texmîna min ji bo reaksiyona Amerîkayê fêr bibin ewê hin êrîşan prova bikin. 

Ji xwe du roj berê çend top avêtin ji Kobanê da. Lê ez dibêjim Amerîka ewê destûrê nede. 

Û heger hat û bêyî destûra Amerîkayê êrîş kirin, ewê bela xwe bibînin, ewê li zirarê derkevin.

Çimkî ew dibêjin Amerîka ji bo kurdan ewê şerê me nekin.

Heta nuha dixwazin Amerîkayê bertîl bikin, ji bo ku wek Rûsyayê destûrê bide wan. Lê Amerîkayê heta nuha destûr nedaye û ez dibêjim ewê nede.

Lê dîsa jî her tişt mimkûn e. Di her hal û karî da gerek kurd xwe biparêzin, dereke em pê da herin tueye...

Heta pozê van carê neyê firikandin van gurên devxwîn dev ji me bernadin.

Bube Eser Kek Zinar tê gotin ku "dema mirina bizinê tê nanê şivên dixwe" gelo ev jî ne weha be.

XXX
Seroka IYI Partiyê Meral Akşenêrê qîma xwe bi slogana Erdogan ”Yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet” neaniye, gotiye:
”Ne yek dewlet, dewleta tirk!
Ne yek welat, welatê tirk!
Ne yek al, ala tirk!
Ne yek milet, miletê tirk!”
Tirk di neyartiya kurdan da bi hev ra ketine reqabetê.
Lê ji xwe were ye, li Tirkiyê her tişt yê tirka ye, hûn viya bibêjin jî, nebêjin jî rastî wiha ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE