11 oktober 2018

Mafîa tirk 34 kurdên din jî di derya Egeyê da fetisandin



Do li Îzmîrê di derya Egeyê da 35 koçber xeniqîn. Li gorî Rûdawê nivîsîye her 35 kes jî kurd in û ji Zaxo û Duhokê ne.

Ji 35 kesan jinek tenê xelas bûye û 34 kes jî wenda ne. Heta nuha termê 8 kesan tenê dîtine.


Do min çer xeber bihîst, min got miheqeq kurd in. Erê hin caran eynî tişt hatiye serê hin koçberên din jî lê yê kurdan sîstematîsk e. Meriv li bûyerên salekê binêre merivê bibîne piraniya koçberên di nabêna Tirkiyê û Yûnanîstanê da mirine kurd in.

Bêguman ev ne qeza ye, qetlîameke bi zanîn û organîzekirîye. Ev ne cara pêşî ye kurdan bi vî rengî dikujin.

Gelek carên din jî kurdan topî ser hev dikin, perê wan ji wan distînin û dû ra jî dixin boteke qul û şev nîvê şevê bera nava bahrê didin û dikujin. Ev qetlîameke organîzekirî ye û ji alî çeteyên dewletê ve tê kirin. Haya dewletê jê heye.

Hukûmeta Kurdistanê bêkêr e û ne tiştek e, heger hukûmet bi rastî hukûmet bûya ewê li hemberî van qetlîaman bêdeng nema û bi gewriya berpirsiyarên Tirkiyê bigirta û hesab ji wan bipirsiya.

Lê ne xema hukûmeta Kurdistanê ye, serê xwe bi tiştên wiha ra naêşîne û nebêna xwe û Tirkiyê xera nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE