12 oktober 2018

Her kes radikeve...



Bi qasî ez dibînim kêfa xwendevanan ji pêkenînan ra tê. Her roj nivîsên siyasî meriv aciz dike, meriv dixwaze carnan jî hin tiştên din bixwîne.
Ji ber wê jî ji nuha û pê da heger ne her roj be jî, ezê carcarnan pêkenîn û heyranokan biweşînim. Lê heta ji min were ezê rojê yek dudukan biweşînim.


Dîlok û heyranok jî xweş in û kêfa xwendevan jê ra tê. Ezê hewil bidim her roj yek dudukan ji wan û pêkenînan biweşînim û bi vî hawî hindik û rindikê pirrengîntir bikim.


Her kes radikve

Sebroyê dînik li gorristanê dest bi kar kir. Lê belê roja din dev ji karê xwe berda. Hevalên wî jê pirsîn:
-Te ji bo çi karê xwe terikand?
-Derdê wan nayê kişandin. Her kes radikeve. Ez tenê dixebitim.


Ma ezê ji te bawer bikim ya ji cimatê?

Cimatê yê mirî bera gorrê da û dest pê kirin ax avêtin ji ser da. Di wê nabênê da ruh bi mêrik da hat, kir qîrîn û hawar, got hûn çi dikin, ez nemirime !
Cimatê got:
-Derewa neke, tu miribû me tu anî.
Rebeno xwe avêt ji bextê mele da, got mele, ez ketime bextê te, ez nemirime, axê navêjin ji ser min da!
Mele got:
-Devê xwe bigre, bes bike zirezir, ma ezê ji te bawer bikim ya ji cimatê?


Xwe yek bi yek biwezînin

Jinikeke pir şîşman(qelew) ji bo xwe biwezinîne derket ser qapanê, pere avêtê û ma li hêviya fêrbûna kîloyên xwe . Piştî çend saniyan di ekrana qapanê da nivîseke wiha xuya kir:
-Ji kerema xwe yek bi yek xwe biwezinînin !




Here ji bavê xwe bipirse

Lawikê biçûk bi heyecan ji dayika xwe pirsî:
-Dayê, birra em ji zurîyeta meymûnê ne?
Diya wî got:
-Here ji bavê xwe bipirse, ew malbata xwe çêtir nas dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE