12 oktober 2018

Bejn zirav e mîna derzî...




Fermo çend heyranokên dilê meriv radikin pêdarê...

-Bi rengê xwe qemer im
Sorî gulgulî me esmer im
Lawiko delal tu ya hefta jî binî
Dîsa ez di dilê ta da keser im

-Bejn zirav e mîna derzî
Pê ra bisk in û parek kezî
Gava min çav li te dikir
Qudûm dişikiya çok dilerizî

-Şara serê min pir giran e
Rîşiyên şarê hûr badane
Destê xwe deyne ser serê min
Wê ji min ra bibe îlac û derman e

-Delalîkê ber dilê min westiyaye ji xew şiyar nabe
Cotê memika didim dev pê qayil nabe
Ezê li hêviya şiyarbûna te bim
Evîna min û te tu carî betal nabe

-Li dera han sekinîye ew e
xemilîye mîna kew e
ev heft roj in bêxew im
bihêle di paşila te da bikim hinek xew e



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE