12 oktober 2018

Maneya xewnê...



Li gorî tabîra faleke nuha min xwend, dibêje heger we di xewna xwe da mirî dîtibe ev yek tê maneya ewê temenê/umrê we dirêj bibe.

Xêra Xwedê, mizgîneke pir baş e, ez gelek caran miriyan di xewna xwe da dibînim.


Wê demê min umrê xwe baş dirêj kiriye, îşê mi baş e.

Ez ne ji bo xwe, ji bo dîtina Kurdistana serbixwe dixwazim çend salên din bijîmim. Ne ev hesret be ez tu Ruhustîn muhustînan natirsim, bêminet e, kînga tê bira were...


Xursîd Kaplan tabîreka dinjî heye , dibêje heger meriv di xewna xwe da mirîya bibîne ,mirî gazî meriv dikin ,meriv dibe mêvanên wan ))

Zinarê Xamo Ez bi wê tabîrê zanim lê ew tabîr şaş e...

Ali Kut Wele ku min mirî di xewna xwe de bidîtana, hema ez diçûm, cem melayekî an jî keşeyekî min him guneh derdixist û him jî wesiyeta xwe dikir! Dinya ye, êdî ji xwe em di temenekî welê de ne, lingekî me li gorê yekî li der e! Dîsa jî bêxwedîkê şêrîn e, destê meriv jê nabe. Te hingî çîrok nivisîn da ez jî behsa yekê ji te re bikim: Dibên Ruhstên rojekê li yekî dibe mêvan ê ruhê wî bigre,(hema em navê wî bikin Ezîz) ev ji ruhstên tika (rica) dike dibê hinekî mohletê bide min ez çend tiştan sererast bikim û dûvre... Ruhstên baş e dibê, aha ev sê meh ji te re! Wele Ezîz ku ji dorhêla Ruhayê wan bû, dibê himheh û lingo bi qurbano direve, di Efrîqa re derdikeve. Çî wî hebû firotiye û ketiye nav komikek Zûlû bûye yekî ji wan, ruyê xwe jî baş tenî kiriye da kesek wî nas neke! Sê mehê wî diqedin, yek li milê wî dixe, Ezîz dibê, ez hatim, va wexta te qedîya. Ev di xwe dernaxe, Ezîzê çi! Ruhstên li halê wî dinere pê dikene, dibê, ma tuê min bixapînî, tu vî halê xwe dibîne, ma tu li mala xwe rûnişta li nav zêç û zarokên xwe ba û bi rûyekî spî te ruhê xwe teslîm bikira ê ne baştir ba!

Zinarê Xamo Spas, çîrokeke pir xweş e. Bi Xwedê ez narevim, min ev çîrok nizanîbû lê min zanîbû destê wî dirêj e, xelasî ji ber tuneye, meriv li mala xwe be çêtir e...



-Bela nezanan ji ya zaliman xerabtir e
Çimkî serê wan kundur e
Hevza xwe ji nezanan bikin
Derdê merivê nezan nayê gotin û ziman
tiştê herî xerab ew e
nezan bi nezaniya xwe nizane
ji bo wê jî devbelaş û zimandirêj e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE