13 oktober 2018

Em li ku dixin deng ji ku derdikeve?



Li Sûriyê kurd û rejîma Esed û Tirkiye şer dikin, Rûsya wek berdevkê Esed û Tirkiyê xwe dide pêş, li dijî azadiya kurdan derdikeve û dibêje Amerîka dixwaze li Rojhilatê Ferêt dewleteke kurd ava bike, Amerîka dixwaze mesela Kurdistana mezin têxe rojevê û ew vê yekê qebûl nakin, filan û bêvan...


Rûsyayê heta nuha xwedêgiravî xwe wek dostê kurdan nîşan dida û digot dibê li Sûriyê kurd jî mafên xwe yên netewî bigrin. 

Lê wer xuya dike hemû vir û demagojî bûye, Rûsya zû tê kirîn û firotin.

 Diyar e ji bo ku neyartiya kurdan bikin Tirkiyê ew bertîl kirin, ew kirîn. 

Çav ji çavan şerm dike, bertîl kevir nerm dike. Bertîla Tirkiyê Pûtîn û Lavrov nerm kiriye.

Li Sûriyê her ku mesele nêzî dawiyê dibe, derdikeve ortê Rûsya ne dostê miletê kurd e, bi kêmanî bi qasî Tirkiyê li dijî kurda ye.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  gotiye:

“Amerîka bi hevkar û hevpeymanên xwe ra li Sûriyê hewla damezrandina dewletekê li rojhilatê çemê Ferêt dide û bi rêya hevpeymanên xwe, beriya hemûyan bi rêya kurdan, hewil dide wan rûberan bi kar bîne ji bo ku dewleteke neyasayî damezrîne. Amerîka dixwaze pirsa Kurdistana mezn têxe rojevê.”

Hûn dibînin çi xayin in, eynî wek Çavuşoglu peyivîye. Ji xwe roja Efrîn bi Tirkiyê dan dagirkirin xuya bû li hemberî kurdan siyasetke xayinane dimeşînin, ji bo pera xiyaneta nekin, tiştê nefroşin tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE