13 oktober 2018

Pêşiyên xelkê ji zarokên xwe tiştên hêja hîştine


Îro çûm Muza Netewî ya Swêd. Ev 5 sal bûn girtî bû, restore dikirin. Îro bi merasimeke bi hêl û mêl vekirin.

Cergî xanim çûye  welêt ev cara pêşî ye ez ji dil tunebûna wê his dikim û dibêjim xwezî îro li vir bûya... 

Lê ji ber ku ne li vir bû ez bi tenê çûm. Çavê min nebirî ji kesî ra bibêjim were em bi hev ra herin.


Vikerin saet di 11.00 da bû. Lê min zanîbû destpêkê ewê pir qelebalix be, lema jî ez saet di 15.00 da çûm. Swêdî qîmetê pir didin tiştên wiha. Bi taybetî jî merasima Qiral û Qiralîçe(şahbanû)lê be pir qelebalix dibe.

Li gel ku ez çar saetan dû ra çûm dîsa jî seriyekî dorê hebû û seriyek tunebû, hîn jî bi hezaran kes di dorê da bûn.

Neyse dor hat min û ez çûm hundur. 


Berê jî ez çend caran çûmê. Lê wek nuha ne fireh û ronî bû, nuha gelek fireh û ronî kirine, serê hin aliyên banê wê cam kirine, paceyên nuh tê da vekirine, gelek qahwe û aşxane û salonên nuh û fire çêkirine. 

Muze 5 qat e û pir mezin e, meriv nikane di rojekê da li her dera wê bigere û li hemû tablo û berheman mêze bike. Dibê meriv bi zanebûn lê bigere.


Muza Netewî ya Swêd, di sala 1866a da ji alî mîmarê alman yê bi nav û deng Friedrich August Stüler ve hatiye çêkirin. Lê tarîxa muzê hîn kevntir e, dihere digihîje sala 1792a û li wî aliyê avê bûye. Wê demê navê wê Muzeya Qiralîyetê bûye. Lema jî Muza Netewî ya Swêd, li Ewrûpayê muzeya herî kevn e…

Di Muzeyê da ji sedsala 15a heta roja îro 700 000 tişt, tablo, heykel, risim, grafîk hene. 


Jimareke pir mezin e, bi gera rojekê naqede, dibê meriv bizanibe dixwaze çi, berhemên kê û yên kîjan sedsalê bibîne û li gorî wê bigere.


Ji xwe ez neçûm her pênc qatan û li hemû salonan negeriyam, hema bi destopelkê, vir da û wê da viz bûm û bala xwe da hin tablo û peyker û mobîlya.

Ez bi xwe gava tiştên xelkê dibînim giriyê min bi halê me tê. Diherim dibînim derdeke, neçim nebînim derdekî din e.

Hema tiştê ez zanim Xwedê tu miletî li vê dinyayê bêdewlet neke...

Baş bû ku risimgirtin ne yasax bû, min çend risim girtin, lê ne zêde.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE