14 oktober 2018

Qedera Siyamedê Silivî ya me kurda ye



Li gorî mîtolojiyê Siyamedê Silîvî gava li ser devê zêrzemiyê pezkûvî şerjê dike, pezkûvî diperpite û Siyamed di zêrzemiyê wer dibe.

Di zêrzemiyê da dareka hişk bûye hebûye, şîlê wê bûye wek şûrekî. Çaxa Siyamed di zêrzemiyê wer dibe, ev şîlê wek şûrekî di pişta Siyamed ra dihere û Siyamed dimre.

Dû ra Xecê jî xwe davêje zêrzemiyê û ew jî dimre. Û dû ra jî kilaman davêjin ji ser hev da.

Xecê dibêje:


Lo Siyamedo,
tu Siyamedê silîvî
min ji te ra negot neçe pêşiya wî pezkûvî
ew pezkûvî biçûk e
serê quloçê wî bahbelûk e
li serê çiyayê Sîpanê Xelatê
ewê ji hev biqetîne destê Siyamed û Xecê
zava û bûk.

Siyamed jî dibêje:

Xecê megrî bi delalî
bira kilê suphanî xwe li dora çavên te yên reş û belek
xwe nede vî alî û wî alî...

Stan dirêj e bi vî hawî dom dike.


Ew şîlê di pişta Siyamed û Xecê da her buhar dikeve bûtikê û tu namîne kulîlkan veke.

Lê ew pezkûvî tê wan xonçeyan, bûtikan dixwe û nahêle dar hişin bibe û kulîlkan veke.

Heger pezkûvî wan xonçeyan nexwe, ewê ruh bi Siyamed û Xecê da were û ji zêrzemiyê derkevin û bigihîjin mirazê xwe. 

Lê pezkûvî bi xwarina xonçeyan nahêle dar hişin bibe û kulîlkan ve...

Ev destana Siyamedê Silîvî û Xecê di esasê xwe da qedera me kurda ye, halê me eynî ev e.

Em Siyamed in û Tirkiye jî pezkûvî ye.

Ji dema Mahmûdê II. û vir da ye, ev 180 sal in tirk bûne pezkûviyê destana Siyamedê Silîvî û em jî bûne Siyamedê di zêrzemiyê da, her cara xonçe li şîlê di pişta me da ye dikve û dike ruh bi meda were, tirk wan xonçe û kulîlkan diçirpînin û nahêlin dara me şîn bibe û em ji zêrzemiyê derkevin.

Ev 180 sal in her eynî çîrok e, dara me dikeve kulîlkan, ew diçirpînin...

Mikdad Mithad Bedirxan 120 berê ji ber van tirkên irqçî û neyarên qewmê kurd reviya û rojnameya Kurdistanê li Misrê derxist, ev reva me îro jî hîn berdewam e.

Her cara ku hinekî ruh bi me da tê, dest dikin gewriya me û bi hezaran kesî ji me difetisînin, bi çol çepelan dixin û bi vî rengî nahêlin di civata me da berdewamî û îstîkrar çê bibe. Nahêlin dara me li ser koka xwe şîn were, şax û guliyan bide, kulîlkan veke, fêkî bigre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE