14 oktober 2018

Ez û gula hewşa me



Li hewşa me du darên me yên gulan hene, yek gulên sor digre, yek jî gulên spî.

Bîna herduyan jî pir xweş e. 

Gulên wiha bi bîn li Swêd pir kêm in, gulên li swêd bi piranî bêbîn in, ji dûr va xweş xuya dikin, lê gava meriv bîn dike, mirî ne, wek gulên plastîk in.

Tenê şûxa wan e…


Xanima min ji bîna gula spî û ez jî ji bîna gula sor hez dikim.

Esas bi rastî jî gula spî bêtir bi bîn e, lê dibe ji ber rengê wê ye, ez bêtir ji gula sor hez dikim, dema vedike, her roj di her çûn û hatinê da bîn dikim, bi bîna wê xwe serxweş û mest dikim.

Gula spî heta destpêka payizê gula dike, dû ra ji gulan da dikeve.


Lê ya sor heta cotmehê(oktobirê) jî li hemberî sar û serma payizê li ber xwe dide. Carnan berf dide ser, lê guh nade berfê, teslîmî berfê jî nabe. 

Îsal dîsa wer bûye, gula spî ji zû da ye gula venake, ji zû da ye teslîmî payizê bûye, av jê kişya ye, pelên wê zer bûne û diweşin.

Lê ya sor hîn bi rikek mezin, bi du gulên xwe yên sorsorikî serî li hemberî payizê hilda ye û pê ra qayiş û qerezê dikşîne…

Ez ji gula sor pir hez dikim, zû teslîm nabe.

Gulê tehamulî strîyan kir lema bîna wê hewqasî xweş e.

Gul bê strî nabe,
lema strîyên xwe ne aciz e
Gul ji strîyên xwe, strî ji gula xwe razî ye
Ji ber wê ye yê ji gulê hez bike,
tehamulî strîyên wê jî dike,
çimkî zane gul bê strî nabe
Lê belê her strî jî ne bi gul e
strîyên gulê mexsûsî gulê ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE