15 oktober 2018

Tarîxê irqçîtiyeke wiha hîn nedîtiye



Li gorî ku malpera Bîtlîs Namey nivîsîye, Muzeya Mêrdînê ji bo ku nebêjin ”kurd”, kevirên (kêlên) gorrên kurdan kirine ”Kevirên Gorrên Koçeran”.

Kî bîra xwe û ”koçeran” biriye?

Haydê em bibêjin kêlên gorrên ”koçeran” e, baş e qewmekî koçeran tuneye?
Koçerên kîjan miletî bûne?


Yanî vireke bi biçok kirine lê xweşik cî nedane viran xwe.

Tarîxa mirovahiyê hetanî nuha irqçîtiyeke wiha nedîtiye.

Faşîzim, nazîzim, Apartheid, kemalîzim li hemberî vê irqçîtiya rejîma AKPê û îslamîstên tirk ne tiştek e. 

Ev rejîma îslamî-faşîst, pan-tirkîst tehamulî hebûna kurdan, navê kurdan, heta tehamulî kevirên(kêlên) gorrên kurdan jî nake. 

Miletekî 40- 50 mîlyon tune hesab dikin. Dixwazin kurdan wek mile tji ruyê dinyayê rakin.

Hukûmeta AKPê ev yek ji xwe ra kiriye hedef, dixwazin kurdên rojava û başûr jî êsîr bigrin.

Numûneyeke din ji bêtehamuliya li hemberî navê kurd, navê alimekî kurd e.

Şêx Ebû Tahir-î Kurdî, wek ji navê wî jî xuya ye, alimekî kurd e û betlîsî ye û gorra wî li Betlîsê ye.

Lê vê dewleta irqçî û namerd, navê wî kirine ''Şeyh Tahir-i Gürgi''.
Yanî ”kurdî” kirine ”Gurgî” !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE