15 oktober 2018

Tirk li Ewrûpayê gelşeke cidî ne

Mitîngeke Gurên Boz li Stockholmê li meydana Sergels torgetê


Li her welatê Ewrûpayê dîaspora tirk bi piraniyeke mezin entegre nabe, faşîst e û problem e
Piştî tirkan ereb tên, ew jî peroblem in

Bêyî van herdu etnîsîteyan, hêzên îslamî û musilmanên dîndar ew jî li her welatî problem in.


Mesela faris li tu welatî wek tirkan ne problem in. Îran, rejîma meleyan bela serê dinyayê ye, gelek hêzên îslamî, radîkal û terorîst fînanse dike, lê faris wek milet li tu welatekî Ewrûpayê ne promlem in. Xwendevanên wan, akademîsyenên wan pir in û zû entegre dibin. Li getoyan najîn û standarda jiyana wan pir bilind e. Wek ewrûpiyan dijîn...

Lê belê li her welatê Ewrûpa tirk û hêz û grûbên îslamî bûne gelşên mezin û sebebê xurtbûna hêzên rasîst û partiyên "neyartiya" xerîban dikin.

Tirk li Tirkiyê çawa û çiqasî neyarên kurda ne, li  her welatê Ewrûpayê jî wê neyartiya xwe û wê êrîşkariya xwe nîşan didin.

Tu dibêjî belkî tirk ji bo ku neyartiya kurdan bikin hene, bi kêmanî ji sedî 99ê tirkan dijminatiya kurdan sebebê hebûna xwe dibînin, dibêjin ji bo ku em şerê kurdan bikin hene. Yê ji xwe ra bibêje ez tirk im gerek neyarê kurdan be û li her dera dinyayê şerê kurdan bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE