11 oktober 2018

Dewletê qeyûm da ser serê kerxaneyan jî !

Dewletê qeyûm tayinî ser kerxanê kir


Hukûmeta AKPê kerxane ji dest qebrax û qewdan girt û qeyûmên xwe tayinî ser kerxaneyan kir. 

Ji nuha pê da kerxaneyên Tirkiyê jî ewê bi qeyûmên dewletê werin îdarekirin.


Li Edenê du kerxane bi biryara mahkimê teslîmî qeyûman hatin kirin. 

Mahkimê biryareke bi aqil daye, ji dêlî qewad û qebrax ewê qebraxiyê bikin û zengîn bibin, dewlet bi xwe kane wî karî bike...

Yanî li Tirkiyê êdî ne qewad, dewlet bi xwe ewê kerxaneyên xwe bide xebitandin û îdare bike. 

Bi vî hawî perê dikeve kîsê(kasa) dewletê ewê zêde bibe...

Dewletê heta nuha qeyûm tayinî ser belediyên kurdan dikir, lê wa ye dest avêtiye kerxaneyan jî, êdî kerxaneyên Tirkiyê jî ewê bi qeyûman werin îdarekirin.

İbrahim Yalçin Ma key ne başi.Careke difroşe taliye qeyüme daveji ser. Dewlet kezenc diki.

Mirza Merwani Mamê Zinarê Xamo, di wan salên berê de, dema di dawiya salê de kesên baca-xerca(vergî) ya zêde dabûn dewletê, dewletê wan kesa xelat dikirin. Îjar 3-4 sala li ser hevdu, Manûqyan (Jinika Ermen, seroka kerxaneya bajarê Îzmîrê) xelata dewletê disten.... ''De hoo hela ho'' Mala vê dewleta zalim li mîrata hefta bigerre.

Yaqob Tilermeni Tu her bijî mamê Zinar! Vê sibehê te ez kenandim.

Kerim Koşar Ev çawa enerjî ye hevalé Zınar (bila Hurşît nebîne gidî jî peyva heval diinire )?! Tiştén me nebihîstiye em ji te hîn dibin.

Eric Äras Simitko Xalo hukumeta AKP e nekare welat idareke ica belke henek tecrube le wan ciya wer begre.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE