10 oktober 2018

Çîrok kin in lê tiştên dibêjin pir kûr û mezin in



Do êvarî min  kitêba Alî Dûran Topuz ”Rû û Kûr” qedand. Hin çîrok min du sê caran xwendin.
 
Çîrokên pir kin in, ji wan hinek rêzek, du rêz, sê rêz in. Ya herî dirêj jî du sê paragraf in.


Lê li gel kinbûna wan jî tarîx û serpêhatiya kurdên Qoçgiriyê, êş û qetlîamên hatine serê wan, zulma dewletê li wan kiriye wek fîlmekî dokumanter nîşanî xwendevan dide, serpêhatiyên miriyên gorran yên tu carî nehatine nivîsin û nebûn belgeyên tarîxî, bi qelema Alî Dûran Topuz di van çîrokên kin da tên zimên.

Cara Pêşî ye çîrokên wiha kin dibînim û jê tahm û lezeteke mezin digrim.

Ne di kurdî da, ne di tirkî da û ne jî di swêdî da min tu carî çîrokên hewqasî kin, lê bi qasî wê jî xweş, manîdar nedîtiye. 

Ev, di çîrokbêjiyê da stîleke nuh e, bi gotinên hindik pir tişt gotin. 

Di qada çîrokê da ev stîl hêjaye bibe ekol, dibê însan êdî vî şiklê nivîsandina çîrokê jî biceribînin.

Çîrok kane wiha jî were nivîsîn. Mayakovskî jî bi stîla xwe şopek nuh vekiribû û ji bo gelek şairan bûbû rêber û numûne. 

Stîla Alî Dûran Topuz jî tiştekî nuh e û bi dîtina min gelkî xweş jî. Meriv kane gelek tiştan bi gotinên hindik jî bibêje. Lê dibê meriv hosteyê gotinê be.

Zimanê Alî Dûran Topuz herêmî ye û giran e, ji bo xwendinê hinek dîqet û hinek jî xwewestandi lazim e. Lê zimanekî otantîk e. Baş e kup ê nelîstin e û neguhertine.

Di hin deran da meriv ferq dike gotin hatine rastkirin, piçekî ji zimanê nivîskêr dûr ketine. Lê hevokên wiha ne pir in.

Pir xerîb e, gelek gotin û tewangên kurdên Qoçgiriyê û Wêranşarê wek hev in. Lema jî min zêde zahmetî nekişand. Lê hin gotinên xerîb, yên heta nuha min nebihîtine jî hene. 

Lema jî ji bo kurdekî fêmkirina wê ewê hewqasî ne rehet be.

Di dawiya kitêbê da ferhengeke biçûk heye, lê hindik e, xwezî ew ferheng zêde û di binê rûpelan da bûya. Wê demê ewê karê xwendevan rehettir biba. Hêvî dikim di çapên nuh da Avesta fergengê zêde bike û ji dêlî dawiyê, têxe binê rûpelan. Ji xwe her rûpel ji nivî zêdetir vala ye.

Atirîn: Şaş û metal man. Li Wêranşarê em dibêjin etirî, ez lê etirîm.
Bûye: Dawet
Çextê: Çi wextê, dema.
Çitan: Çito, çer.
Dabirtin: Berbî jêr çûn.
Eseteg: Jina gênc.
Gaz: Zozan.
Gegana: Carnan
Gicûg: Sibat
Hilbirtin: Derbasbûna berbî jor.
Heng:Henek.
Înqirar: Kirîb.
Jêw jêketî: Zarû zêç.
Lewlês: Kesê meraqdar.
Loqutuk: Laqirdî.
Nedîda: Ji nişka ve.
Nobe. Dob, dor
Sûveketin: Xeyidîn.
Tenga Derî: Kêleka derî. Meriv dibêje suyêr xwe da tenga hespê.
Vavêrtin: Niqandin.
Xonçe: Maseya biçûk, sifra erdê. Ez bawer dikim ji buçê tê. Berê pîrekan kincên xwe di nava buxçanda dildanîn.
Zîbîn: Axaîn Nalîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE