10 oktober 2018

Her şeveke tarî berbangeke wê heye



Merheba gelî dost û hevalên ezîz!
Siba we bi xêr û roja we silamet be!
Destpêka rojê, dema meriv ji xew radibe bihîstina gotineke xweş meriv kêfxweş dike, dilê meriv geş dike, şewq û îlhamê dide meriv, gelek fikrên nuh tîna bîra meriv, hêviyên meriv yên ji rojê, ji jiyanê û ji rojên pêş xurt dike.

Her sibe destpêkeke nuh e.
Di her destpêkê da meriv bi şewq û bi hêvî be baş e.
“Her şev mahkûmî hilatina rojê ye, her gelş li hemberî hêvîyê mahkûmî têkçûnê ye.”
///Bernard Williams


Çi dibêjin, jiyan eynî wek neynikê ye, tu pê ra bikenî ewê jî bi te ra bikene…
Li gel hemû zor zahmetiyan em mecbûr in bi hêvî bin û baweriya xwe ya bi serketinê xurt bihêlin…
Her şeveke tarî elendeke/berbangeke wê heye.

-Jiyan mişt surprîz in, meriv çiqas sax dimîne, hewqasî jî ecêb û sosiretên giran dibîne.
Kirinên dijmin min matmayî nahêle, lê israra partiyên kurd di bêtifaqiyê da min dîn dike, hiş ji serê min dibe.

-Bi tecrûbe û serpêhatiya me sabît e, rih dibe bost, dijmin nabe dost!
Dijminên bavan nabin dostên lawan.

-Zorba çiqasî zalim û bêînsaf be jî rojekê teqlomeqlo dibe û bela xwe dibîne.
Darê zorbatiyê zû, dereng rojekê dişkê.
Emê rojekê darê van zorbayan bişkînin.

-Li dera han sekinîye ew e
xemilîye mîna kew e
ev heft roj in bêxew im
bihêle di paşila te da bikim hinek xew e.

-Heyranokên, dîlokên gelêrî pir xweş in, kêfa min pir ji wan ra tê. Min nêt heye rojê yekê biweşînim. Lê min hîn biryara xwe nedaye.
Nizanim hûn çi difikirin?

-Qantir nazê, xwê şîn nayê ù tirk jî dev ji neyartiya kurdan bernadin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE