09 oktober 2018

Tu zulm ne ebedî ye



Îro bi berbanga sibê ra li 8 bajaran dîsa girtine ser malên kurdan û 90 kes girtine. Ji dêlî li derîyan xin, bi çavsorî û barbarî derîyên xelkê bi zompan şikandine.

Yanî xurtî û mêraniya xwe nîşanî kurdan didin. Lê ev ne xurrtî ye, ev îşareta zeîfiyê û tirsonekiyê ye.


Li ciyê rehetiyê şikandina deriyên xelkê, girtina însana ne tu hawe ye, terorîzekirina kurda ye. 

Dewleta herî xerab jî li ciyê rehetiyê vê zilmê li însanan nake, bi zompa deriyên xelkê naşkîne.

Ev ne karê dewletê ye, dewlet wiha nake. 

Lê belê tu zulm ne ebedî ye!

Kurdan gelek zulmên wiha dîtine. Ev roj jî ewê derbas bin û ev zulm ewê ji xwediyên xwe ra wek rûreşî bimîne...

-Nuha de were û tiştekî dilxweşkir binivîse?

Ma di bin van şertan da, di bin vê zulmê û çavsoriyê da ezê çawa kêfxweş bim û qala tiştên vir da û wê da bikim?

Dijminê me ne tenê zalim û bêûjdan e, gelkî bêexlaq e jî, ji mirovahiyê, ji edaletê ji bin da bêpar e. Zirzopekî li wir e.

Lê ev çavsorî ji ber zeîfiya wan tê, zeîfin û pir ditirsin, ji taliya xwe ya xerab ditirsin.

Yê kursî meqamê wî li ser zulmê ava bûbe, dawiya wî xerab diqede.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE