Merivê ”çîrkef” di tirkî da tê maneya merivê pîs, merivê
kerax, merivê bêdeb, bêheya, çamûr.
Di kurmancî da gava goşt ya jî tiştek pir genî dibe, meriv dibêje ”bîna keraxiyê jê tê.
Yanî pir genî bûye.
Maneya ”çîrkef” bi tirkî ev e; merivê kerax, merivê çamûr…
”Çîrkef”, ne gotineke ne bi tirkî ye, bi farisî ye, ”çîrk”
yanî ”pîs” û ”ab” yanî av; ava pîs, ava genî.
Yanî ”çîrkaba” farisî guherîye, bi tirkî bûye ”çîrkef”.
Pir baş bûye.
Miheqeq ji tirkan ra lazim bûye lema ev gotin ji farisî girtine. Çimkî hin kes bi rastî jî çîrkef in.
Li Tirkiyê çîrkef pri in.
Hadê ez înkar nekim, ne bi qasî yên tirkan bin jî, di nava me da jî ”çîrkef” hene.
Lê ew jî mahsûlên dewleta tirk in, ji bo xwe çêkirine, ji wan ra, ji sîstemê da çîrkef lazim in.
Bi tirkî dibêjin ”kevir navêje ji çîrkef da, ewê bipiqe te !”
Yanî dibê meriv ji çîrkef dûr keve, heta keviran jî navêjê…
Yanî hewqasî qirêj e !
Cîlweyên tarîxê pir in, carnan merivekî çîrkef jî kane bibe xwedî kursî û meqam, bibe hukimdar.
Û dema çîrkef dibe xwedî hukim û desthilat, heyhawar, ne welatek tenê, dinya jî ji destê wî dikeve êlamanê.
Çimkî çîrkef e, çamûr e. Zane însan hevza xwe jê dikin, zane kes xwe bi ber teqala wî naxe.
Ev yek çîrkef bêtir stûr û çavsorî dike, har dike.
Xelasbûna ji merivê, ji hukumdarê çîrkef her tim ne rehet e, jê ra wext dixwaze.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar