06 oktober 2018

"XU" ya jî "XWE", kîjan rast e?




Li Wêranşarê em nabêjin "xwe", em dibêjin "xu".
Çend numûne:

-Ew merivekî ji xu ra ye.
-Te bi xu got tu yê sibe werî...
-Tu him sozê didî û him jî xu didî alî.
-Tu xu bikuji jî min bi ya te nekir...
-Bi ya min tu xu dixapînî.

Yanî em li herêma Wêranşarê Qerejdaxê û belkî jî seranserê Rihayê pronoma, cînava "xwe" bi kar naynin, di dewsa "xwe" da dibêjin XU...

Îcar rahmetiyê Celadet çima ev "xwe" hilbijart, çima dîftongha "w" lê zêde kir ez nizanim. Gelo herêmên gel dibêje "xwe"
hene û di piraniyê da ne lema?

Dibe ku jî di Hawarê da li ser vê mijarê nivîsî ye, lê nayê bîra min.

Û heger herêmên "xwe" bi kar tînin hene gelo kîjan herêm in, li ku derê gel dibêje "XWE" ?

Bi ya min "xu" ji "xwe" rehettir û rasttir e. Lê heger ne rast e çima ne rast e?

Ez bi xwe jî "XU" bi kar naynim, di nivîsên xwe da ez jî "XWE" bi kar tînim. Lê min xwest sebebê rastiya vê formê bizanim.
Hevalên zimanzan îzah bikin ewê baş be.

Metîn Eser Xa jî heye apo 

Zinarê Xamo Li ku heye, kîjan herêm dibêje "XA"?

Metîn Eser Li herêma Dêrsimê, kesên bi kurmancî dipeyivin “xa” dibêjin. Mesela “ez bi xa xa nayêm cem te”.

Zinarê Xamo OK...
Lê bi dîtina min herêmên kurmanc û zaza tevhev in him kurmancî û him jî zazakî hinekî deform bûye, modîfîye bûye.

Metîn Eser Mesela navê Xwedê jî weke Xadê tê gotin û ji ber tesîra zazakî, kurmanc tîpa “b”yê weke “w” dibêjin. Mesela sibeha te bixêr dibe siweha te bixêr.

Zinarê Xamo Metîn Eser, yanî tiştê in got rast e.

Samuel Saumuel Simko Apocî dibêjin xa.

Hamed Barackilic Birêz: Zinarê Xamo Ez dibêjim gotina (XU) kinkirina gotina XWE ye. Mîna tê zanin, di axaftin û navkirinê de gotinan kin dikin. Ez dibêjim di nivîsê de XWE rastire.
Wateya gotina; XU-DA/ "xwe ù xwe xwe daye, kesî ew nedaye"
Ango di nivîsê de: XWUDA ye. Axaftinê de û gor devokên herêman XU-DA dibêjin.

Mahir Kaya apocya kurmancî herimandinin-

Zinarê Xamo Ez dixwazim bizanim li ku gel, gundî dibêjin "XWE" ?

Zinarê Xamo İdris Avcı, ev bû du car tu vê gotinê dubare dikî. Yek, min negotiye, "xo".
Ya duduya, "rastî" li gorî çi, "xwe" çima ji "xu" rasttir e?
Min ev pirsî ye û xwestiye yên zanin viya îzah bikin, bibêjin "XWE" çima ji "Xu" yê rasttir ?
Ez jî kanim wek te bibêjim "xwe were gotin jî rastî xu ye", dibê meriv "xu" binivîse.
Ev ne îzah e, her kes kane wiha bibêje.
Tiştê min pirsî ye rahmetiyê Celadet Berdixan ji bo çi ne "XU" lê "XWE" hilbijartine?
Heger yên zimanzan sebebê vê îzah bikin baş e.

Mustafa Bilge Em li Derika çayê mazî dıbejin xwe.
Ez difikirim “xwe “ bêtir qevne ji ber ku peyvik wexta tên gûhertin u jibo rehettirbe ,herfa lı xwe zêde nake , qêm dike.

Ali Kut li ba me(Nisibînê) "Xwe" dibêjin, nexwe ev divê standard be! Hemû Dodî û Çûvayî jî wilo dibêjin.

Mehmet Fauzi Özmen Lê bo mê chênd gunde hênê lê bêr Ferat; xwe naben, lê bîxwe- bîxwe dêben u dêaxîvîn.mînak:
Ez chûm naben, lê Ez bîxwe-bîxwe chûm tê axatîn. Mîn bîxwe- bîxwe kîr...

Abdurrahman Aydoğdu Em jî li Sirûcê dibêjin "xa" .

Zinarê Xamo Bala xwe bidinê çar hawa hene, "xwe, xu, xo, xa" .

Radwan Badini Di baweriya min de piraniya kurmancan "xwe" bikar tînin. Her weke hin hevalan berî min jî nivisandibûn wekî zaravên herêmkî bi şêwekî cuda vê bernavê bikar tînin: xu, xo, xa.. Helbet pêdivî heye bi yekirina rastnivîsa kurdî.

Nujen Pale Ya rasti xwuşk e .ija li mintıkan bı kurti xwa ,xwu,Xwo dibejin.

Fahrettin Akin Xwe herema hazo eyleh!

Mahmut Ceylan Bi rastî ez nû dibihîsim "XU" 
Kurd ji dîftongê hezdike û gelekî bi kar tînin ya rastî xwe ye

Ciwan Tengezar C. Bedirxan û hevalên wî jî pêşî „xo“ gotiye. Li şûna „xwebûn“, wan navê rêxistina xwe kiriye „xoybûn“.

Li Serhedê hin herêm ji bo ‚xwê‘, xoy tê bikaranîn.
Herwiha „xu“ jî li şûna „xwe“ tê gotin.

C. Bedirxan ji bo nermkirina tîpa x, dîftonga xw bikaraniye/peyda kiriye.

Bi serê xwe bikaranîna tîpa x yan peyveke bêmane ye yan jî xwedî maneyeke din e.

xwîn-xîn
xwesî-xesî
xwendin-xendin
xweş-xeş
xwedî-xedî
xwelî-xelî
xwişk-xişk
xwarin-xarin

Meriv dikare çend nimûneyên tersê wê jî bêje.
Peyvên duyem bêmane ne.

xanî-xwanî
xem-xwem

Giyanê wî şad û azad be!
C. Bedirxan ji bo cudakirina du dengan pêdivî bi bikaranîna „w“ ditiye.

Mirza Merwani Li herema Bagokê em dibêjin; Xwe. Mînak : Were taştiya XWE bixwe. Jibo Keça dê û bavê xwe jî, em dibêjin XWEH. Mînak : Sê birayê min û çar xwehê min he ne.

Ilias Arian Shaddadi Li ba me Kurmanc dibêjin xwe û Kirmanc (Zaza) dibêjin xo. Dibe ku xo ya Zazayan li ba we bûye xu.

Isa Çekdar Demir Em lê herîma sêrt ê dibîjin (xwe)

Hekim Sefkan Xa..xu...xo..xe..xwexwe..û xwe.
Omeriyan..Mêrdin Botan..Cezîra rojava..ev nimúnene..
Jédera hemûyan Xwe ye.."Zat"

Ali Dougan Yildirim Em xe (xwe) dıbejin. Xwe bı xwe: kendi kendisine.

Kemal Bakan Rast e li herêma qerejdaxê em dibêjin Xu,lê li herêmên din jî dibêjin xwe,
Devokên herêmî ne,
Li gorî min standartek ziman tune ye,
Hinek herêm ji devok û zravayên hev jî fahm nakin,
Meriv nikare bibêje devoka me rast,ya we şaş e.

Mahir Kaya Kurmancya Milla orjînali kî dibê çi bera bêji.

Osman Aydın Li ba me Tê gotin XU. Dimilî tê gotın XO. Bawerîya min ewe ku a rast XU ye.

Heval Hacî Em dibêjin xwe
Em tu carî nabêjin xu .
Dérika hemko /rojava

Mahir Kaya Ne xû' yi Xu'yi.

Reşit Gultekin Xuya dike ku hevalê Zinar, li hereman negeriya ye.

Sor Jin Em jî dibêjin xwe
Xwe xwestir e.

Reşit Gultekin Em sûrguçî jî,dibêjin xwe.

Rıdvan Günen Xalê Zinarê li herêma botan ango cizîrê jî em jî dibêjin xwe. Hun dizanin mîr celadet bedîrxan jî hemşerîye me ye.

Şêrzad Besrawî Seranserî rojavayê kurdistan dibêjin Xwe


4 kommentarer:

  1. Em li çiyayê kurmênc em dibêjin "xa" û em "xw" bi kar nînin.
    Xwe - Xa
    Xwendin - Xandin > Dixwîne - Dixûne
    Xwestin - Xastin > Dixweze - Dixaze
    Xweş - Xaş
    Xwarin - Xarin > Dixwe - Duxe
    Vexwarin - Vexarin > Vedixwe - Veduxe
    Xwedê - Xudê

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ez zanim. Em jî dibêjin "dixu, veduxu. Devokê kurmancî pir in.

      Radera
  2. Em li bajarê Wanê dibêjin "Xwe" û "Xwîşk" piraniya Kurmanca "xwe" dibêjin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE