07 oktober 2018

Do bi şev di şahiya PAKê da kabê min mîr hat


Ji milê çepê: Mahmûd Lewendî, Rojvan Yeşîl, Mehmet Dehsiwar,
Ferîdê Licî, ez û Hesenê Metê

Do bi şev li Stockholmê me bi şahiyeke xweş çar (4) saliya PAKê pîroz kir. Li dora 150 dost û heval û dilxwazên PAKê li Stockholmê hatin ba hev û bi hev ra 5-6 saetên xweş derbas kirin.

Bi şahî û minasebetên wiha hevalên PAKê karekî baş dikin, gelek nas û dostan tînin ba hev û hemû bi hev ra çend saetên xweş diborînin.


Ez spasî hevalên ev şahî çê kirin û di şevê  da westiyan dikim û çar saliya PAKê jî prîoz dikim, di kar û xebata wan da ji wan ra serketinê dixwazim

Di şevê da min ne tenê kêf kir, bi dost û hevalan ra sohbet kir, min 4 diyariyên, 4 kitêbên gelkî xweş jî girtin. 

Yanî meriv kane bibêje ji bo min bû him ziyaret û him jî tîcaret.

Mueyed Teyib ji zû da ye kitêba xwe ya dawî ”Ne şev têra xewnên min dike, ne roj têra xemên min” teslîmî Hesenê Metê kiribû ji bo ku bide min. 

Ha îro, ha sibe, wer li hev nehat bide min, ma heta do êvarî. Axirê do hat bîra wî, berî şevê telefonî min kir, got heger tu yê werî şeva PAKê ez emanetê te bînim. Min got heyarn bîne, ezê werim. Ji xwe ev çend meh in ez li bende kevzikî bûme. 


Lê camêr bi wê kitêba Mueyed ra du kitêbên din jî dan min, yek ya xwe ya bi swêdî (de syndiga orden/Gotinên gunehkar) û kitêba Sêchu Sende (Di xewnan de jî ezê zimanê xwe winda nekim).

Navê kitêba Sêchu Sende pir balkêş e, tavilê meraqa min zêde kir, di demek nêz da ezê bixwînim. 

Kitêb 140 rûpel in û her çîrokek ji alî kesekî ve hatiye wergerandin. Ev jî tiştekî pir balkêş e.

Bêyî van hersê kitêbên Hesenê Metê ji min ra anîn, kekê Evdirehmanê Gundikî jî kitêba xwe “Nameyek ji Şernexê” îmze kiriye û bi Mihemed Xoce ra ji min ra şandiye. Kitêb çapa mezin û 529 rûpel in. 

Kekê Evdirehmanêgundikî ji salên 1960î û vir da bi malbatî di nava tevgera kurd ya netewî da ye û bûye şahid û aktorê gelek bûyerên muhîm û tarîxî. 

Lema jî ev kitêb ji bo tarîxa me ya nêz ya herêma Botan, ya KUKê û PDKê gelkî muhîm e. Hin hevalên kitêb xwendibûn gelkî ecibandibûn. Bi qasî hin hevalan ji min ra qal kirin, gotin bi taybetî ji bo naskirina coxrafya, xweza, fauna û flora Şernexê û herêma Botan gelek tiştên hêja tê da hene.

Ez spasî Mueyed Teyib û kekê Evdirehmanê Gundikî dikim, mala wan ava be.

Helbet sipas ji bo herdu qasidên kitêb anîn jî, mala wan jî ava be.

Hesenê Metê merivekî mulahîm û zarşîrîn e, xweş vedixwe û cixarekêş e. Zarşîrîniya wî û meyxoşewîstiya wî kêfa min jê rat ê, lê cixarekêşiya wî na. 

Şevê çûnî dîsa cixareyek bi min da kişandin. Berê jî carê eynî tişt kiribû.

Do her çiqas min got ez nakşînim jî qebûl nekir, got, tişt nabe, ez zanim bi cixareyekê tu lê venagerî, lema jî yekê bikşîne, tu ”fest rokare” yî, yanî tu cixarekêşê festa yî, tenê di festan şahiyan da cixarê dikşînî.

Par şevekê ez bûm mîvanê wî, dîsa bi min da kişandin û heger şaş di bîra min da nemabe, him jî çend heb. Lê bi soza ezê dest pê nekim. 

Do jî eynî tişt bû.

Yanî him cixarê bi in dide kişandin û him jî dibêje gerek tu dom nekî. Lê ew bi xwe dom dike…

Hesenê Metê, xwedêjêrazî merivekî ecêb e, gelek tiştên wî ne yên alemê ne…

Di pausa cixarê da wek belge, me hev ra rismek jî girt. Lema jî bi cixara di destê min da nexapin, min dest bi cixarê nekiriye û ezê tu carî jî nekim. Ew ji bo xatirê Hesenê Metê ye..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE