07 oktober 2018

Ji do da ye kitêb bi ser min da dibarin



Erê, ji do da ye kitêb bi ser min da dibarin. Do êvarî çar û îro jî kitêbek(Rû û Kûr) li kitêbxaneya min zêde bû.

Carnan Xwedê ji meriv destîne û carnan jî li ser hev dide. Mala wî ava be, ji do da ye li ser hev dide.

Xwezî her tim wiha comerd bûya û li ser hev bida.


Lê ez ji şans û siûda xwe ne bawer im, heta nuha tim yek daye, dudu ji min stendiye.

Ez werim sadedê, yanî werim ser mesaleya ez dixwazim bibêjim.

Hûn rastiyê dixwazin ez di bin tesîra propagande û reqlama Weşanxaneya Avestayê da mam û min ji birayê xwe Fûad kitêba Alî Duran Tapuz (Rû û Kûr) xwest.


Ez û Kamîl Sumbul

Kamîl Sumbul kitêb îro gîhand min. Mala camêr ava be, him kitêb da min û him jî qahwe û muffin.
 
Wek min li jor jî got, Xwedê bide li ser hev dide, kitêb, qahwe û muffin jî li ser…

Me li taxa Stockholmê li Fridhemsplanê li centrûmeke min nuh didît hev û du dît û bi hev ra him fîncanek qahwe fexwar(weleh ciyê em lê rûniştin qehwe ne di fîncanê da, di tasikên kaxetî da da me)û him jî bîstekê sohbet kir.


Min digot belkî “Rû û Kûr” kitêbeke pir qalind e. Lê ne wisa bûye, kitêbeke biçûk e, here were 90 rûpel e. 

Bi rê da min ferhenga wê pir bi dîqet xwend. Ev cara pêşî ye di kitêbeke kurmancî da hewqas gotinên ez nizanim hene.  

Piştî ez gîştim mal, min şîva xwe çê kir û tiştek kir ber dilê xwe û dû ra jî bi lez dest bi xwendina ”Rû û Kûr kir. 

”Rû û Kûr” yanî ne kûr û kûr, rûbar, sath, sathî. Li ba me jî ev gotin heye, em dibêjin li rû ye, li rû dost e, lê di hundurê xwe da dijmin e. Rûyê avê şewq dide.

Belê wek min got, bi meraq min dest bi xwendinê kir, lê piştî çend rûpelan (nuha nayê bîra min)ez li ser dîwanê(qenepê)di xew ra çûm û nuh bi xwe hesiyam. 

Qey ji tesîra şeraba şevê çûnî ye(do bi şev) ez gelkî westiyayî me û vê sibehê jî wek her roj dîsa zû rabûm. Vê yekê jî ez hinekî bêhêz kirime. 

Ez nizanim min  çend rûpel xwendin û tiştên min xwendin jî jê tiştek di bîra min da nemaye.

Ez wek xortan hereket dikim û tu carî kalîtiyê naynim bîra xwe, lê bi fortan nabe, fizîk tiştekî din e…

Ez binêrim, heger îşev werim ser hêla/qeweta xwe ezê îşev bixwînim û biqedînim ya jî bi xêr sibe.

Wek min got, ji gotinên di ferhengoka kitêbê da hene, hinekên wan li ba me jî hene, ez pê zanim, lê hinekên wan jî bi vê formê û bi van maneyan min cara nebihîsitibû. 

Lema jî  ez bawer dikim ewê gelek urf, adet û gotinên  xerîb û otantîk di Rû û Kûr da hebin.

Nuha ji bo xwendinê çar kitêb di dorê da ne: 1, Rû û Kûr, 2, ”Ne şev têra xewnên min dike, ne roj têra xemên min”, 3, Di xewnan de jî ezê zimanê xwe winda nekim, 4, Nameyek ji Şernexê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE