08 oktober 2018

Amerîka dîsa ketiye nabêna PDKê û YNKê



Amerîka ketiye nabêna PDKê û YNKê, dixwaze wan û hêzên din li hev bîne. Li başûr ev ne cara pêşî ye Amerîka dikeve nabêna partiyên kurd û wan li hev tîne.

-Lênka Kosret Resûl û McGurk
-Lînka civîna Mesûd Barzanî û Brett McGurk 




Hêvî dikim hewildanên Amerîkayê netîceyeke baş bide û PDK dev ji dijberiya Berhem Salih berde, ew û YNKê û Goran li hev bikin û Berhem Salih jî ji Îranê û Bexdayî ra nehêlen, zêde totî himêza wan nekin.

Tiştê çû zêde nekeve dû, ji nuha û pê da dijminatiya Berhem Salih tu karê nade PDKê û kurdan.

Dibê wiha nebûya, lê piştî bû, dibê xerabtir nebe. 

Û dibê neyê jibîrkirin kesê Amerîka herî bêtir kane tesîrê lê bike dîsa Berhem Salih e. 

Yanî dibê meriv Berhem Sali sedîsed merivê Îranê û Bexdayê nehesibîne, gerek kurd nehêlin wer bibe.

Heger Amerîka dest ji ber kurdan bikşîne weleh mehekê jî nikanin li ber xwe bidin, Îraq, Tirkiye û Îran ewê wan li hewa bixwin. 

Heger biaqil bin ewê gurra Amerîkayê bikin û bi Amerîkayê hereket bikin û tu carî nekevin xafika Tirkiyê û Îranê. Tirkiye û Îran dijminên me ne, welatê me di bin îşxala wan da ye, lê Amerîka ne dijminê me ye, welatê me dagir nekiriye. Lema jî dibê em tu carî, lê tu carî bi sozên Îranê û Tirkiyê nexapin û dostiya Amerîkayê wenda nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE