08 oktober 2018

Nêta min tiştek din bû lê min tiştekî din nivîsî




Berî ez kompîtorê vekim nêta min ew bû vêsê bi nivîseke dilxweşkir ji we ra bibêjim roja we bi xêr.

Lê piştî min Word vekir bêhemdî min rêya xwe şaş kir, dîsa min qala derd û kulên kurdan kir.

Yanî berî dest bi nivîsê bikim nêta min tiştek bû, lê min tiştekî din nivîs.


Bêwelatî, sirgûn û bindestî tu çiqasî pîs î !

-Ji bo ku em bêkes in, ji bo ku kanin bi me, her ku îşê xwediyê Tirkiyê xerab diçe êrîşî kurdan dike, zulma li ser kurdan zêde dikin.
Dinya çavbirrîn û pêkanîn e.
Ji bo ku bi me kanin, ji bo ku dewleta me tuneye û zanin çi zulmê û neheqiyê li me bikin ewê ji wan ra bimîne, lema jî her cara bîna wan teng dibe, dawdişînin me.
Gelek kesî dev ji kurdayetiya xwe berda bû û gelekan jî nêt kiribûn dev jê berdin û bibin tirk, lê bi vê zulma li me dikin belkî ew jî li kurdayetiya xwe vegerin.
Zulm, teror caran eksê armanca xwe dixuliqî ne.

-Ker ket heriyê ji xwedî pê ve kesî ranehîşt teriyê.
Dibê birîna xwe em bi xwe derman bikin, gelşên xwe bi xwe çareser bikin, em nekin kes ji me ra nake.
Li başûrê Kurdistanê "kerê" kurdan ketiye heriyê, dibê kurd bi xwe dest bavêjin teriya "kerê" xwe û ji heriyê derxin.
Kes kerê meriv ji heriyê dernaxe û nade ber meriv, berî her kesî ev karê me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE