05 oktober 2018

Heta destê sibê em pê xenê bûn !




Ez nuha bi xanima xwe ra peyivîm, me bîstekê sohbet kir. Min rapora xwe dayê, min jê ra meraq meke got her tişt berkemal e...

Ji min ra qala ger û serdanên xwe kir, heta nuha kî dîtiye, kî nedîtiye, filan û bîvan.

Got meta min Zergê şevekê hat ma min, heta destê sibê em pê ”xenê” bûn. 


Em pê ”xenê” bûn yanî me pê ra kêf kir, me pê ra wextek pir xweş borand. 

Dema yek zarxweş, sohbetxweş be, meriv dibêje em pê xenê bûn, yanî em bi sohbeta wî/ pir dilşa bûn.

”Xenê”, li Wêranşarê pir tê bikaranîn. Koka vê gotinê ya etîmîlojîk çi ye ez nizanim.
Gelo yê zane heye?

Ali Kut Gotineke herêma Nisêbînê ye, dibe ji cem me derbasî hêla Wêranşehrê bûbe!

Zinarê Xamo De here ji xwe ra karekî din bike !
Piraniya nisêbîniyan koçerên Wêranşarê û Dêrikê ne. Îcar ji Nisêbînê hatiye?
Kuro carê koka te bi xwe ji Wêranşarê ye...

Tahsin Yılmaz Li hêla Xerza ji tê bikaranînin. Ez bi te xenê büm, wek tinaz jî û wek bextewarî jî tê bikar anin... Wek:ihya tê fêr kirin.

Zinarê Xamo Çawa tinaz?

Tahsin Yılmaz Karêkêmin dikeve alî yeki ew wî karî nîvco dêhele anjî piştgo dike. Ez ji qehra tinaz dikim û jêra dibêjim: te min xenê kir... silav ú rêz...

Zinarê Xamo Tahsin Yılmaz, ew ne tinaz e, îronî ye. Wek tu bibêjî weleh te xêrek baş bi mint kir!
Di vir da "xêr", tê maneya te xêr bi min nekir, gazin û qahr heye. Lê ne tinaz e. Tinaz tiştekî din e.

Tahsin Yılmaz Gilî û gazinên di hêla tinaziyêda

Mehmet Fauzi Özmen Lê bo ma jî Ez pê Xenî bûm tê gotîn- Tu î pê xenî bîbî te axavtîn

Sidqî Hirorî Ew li cem me jî li devera behdînan heye û wekî Xinî të bi lêv kirin. Nimûne: Em pê xinî bûn.

Fahriye Adsay li dêrikê jî ev gotin heye.

Mirza Merwani Li herema Bagokê, em jî dibêjin; ''Em pê xenê bûn'', ev peyvek rojane ye li herema me. û tu sax be Mamê jîr.

Azad İslam Ew "xenî" nebe?

Xenî; dewlemendbûn, têrbûn.

Mehmet Taş Xenê ez bawerim belkî ji erebî ketibe nava zimanê me. Bi erebî Xenî; zengînî ye.

Zinarê Xamo Dibe ku kok ji wir be. Yanî cimata me zingîn kir. Di kurmancî da xenîmet jî heye.
Lê kok ji wir be jî di kurmancî da maneyek cihê girtiye û êdî ew ne erebî, malê zimanê kurdî ye.
Di erebî da bi wê maneyê nayê bikaranîn. Me kerasekî din lê kiriye.

Zübeyir Şivan Mamoste, li Deşta Gewra Erxenî/Amed dema yekî sohbet xweş dilê me bi axaftina xwe xweş dike, cimhatê dikenîne em dibêjin “em têda xenî bûn.”

XXX
Vê sibehê bi du gotinên pêşiyan yên manîdar dibêjim roja we bi xêr.
-Ji pezê pirr ma kavirê kurr.
-Ji dê û bava dikeve hezar hawa.
Îro li malê teq û req e, karkir banê xênî, kevirên ser xênî dişon. Kevirên ser xênî pir kevz girtine, ewê bişon û dû ra boyax bikin



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE