05 oktober 2018

Bizin bi dizî gon dixwe, eşkere dizê...



Her kes qebûl dike Berhem Salih bi destega Îranê hat hilbijartin. Heger Îranê negota "erê", ne mimkûn bû Berhem Salih bibûya serokkomar. Ereban li ser daxwaza Îranê desteg dan Berhem Salih.

Dibê meriv bipirse: 

Îranê û ereban çima Berhem Salih kirin serokkomar? 


Feydeya Îranê tê tunebe, hesabekî wê yê dûr û dirêj tunebe Îran qet piştgiriyê dide Berhem Salih?
 

Bi baweriya Îran belaş piştgiriya Berhem Salih nake.

Dijminekî wek Îranê bêmenfaet, bêyî hesabekî kûr û dûr piştgiriyê nade Berhem Salih û tu kurdekî.

Hinek kanin bibêjin sirf ji bo namzedê PDKê qezenc neke lema Berhem Salih kirin serokkomar.

Para rastiyê di vê da heye, namzedê PDKê tu carî nedikirin serokkomar. Meriv viya fêm dike. Lê ez bawer nakim mesele tenê ev e. 

Di rojên pêş da emê di îcraatên Berhem Salih da bedelên vê piştgiriyê bibînin. 

Bizin bi dizî gon dixwe(tê nêrî), eşkere dizê. 

Peyman bi dizî be jî kirin ewê eşkere be. 

Lê hêvî dikim Berhem Salih ne li gorî berjewendiyên neyarên xwe, wek nûnerekî kurdan hereket bike. 

Heger kursiya xwe di ser berjewendiyên netewî ra negre ra kane vê yekê bike…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE