04 oktober 2018

Dibê meriv bide dû dilê xwe û dilê dilê xwe ji xwe nehêle...



Çend sal berê xortekî ev karîkatorê min û xanimê çê kiribû û ji min ra şandibû. Kînga bû û navê camêr çi bû nuha nayê bîra min. Bira li qusûra min nenêre. Heger hîn li van dera ye, bira derkeve meydanê û navê xwe bibêje.


Bîstek berê yekî dîsa ev karîkator ji min ra şand. Dubare be jî tişt nabe, ez careke din belav dikim. 

Bira ev parvekirin û nivîsa min jî ne li ser siyasetê be.

Siyasetê têra xwe em kurd merezarî û kezebreşî kirine…

Belê, rast e, heger ji meriv were dibê meriv bide dû dilê xwe. Dilê dilê xwe ji xwe nehêlin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE