04 oktober 2018

Em di hewangê da avê dikutin



Di medyaya sosyal da her roj em li ser vê partiyê û wê partiyê, li ser wî serokî û wî serokî fikrên xwe dibêjin, wan rexne dikin, pêşniyaran pêşkêş dikin. Ji wan dixwaza yekîtiyê dikin.

Lê nivîs, gotin û rexneyên me tu berhemekê nade.

Di praktîkê da tu giraniyeke gotinên me û yên partîyên biçûk û bêhêz tuneye.
 
Em ji xwe ra pûş dikutin, wek tirk dibêjin em di hewangê da avê dikutin. 


Yanî em wexta xwe didin karekî vala. 

Erê tesîra gotina me li ser gele heye, lê di praktîkê da tiştekî naguhere.

Qedera kurdên bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê îro di destê PDKê, YNKê, PKKê, PYDê  û HDPê da ye. 

Li van her sê beşên Kurdistanê gelek partiyên din jî hene, lê ew ne xwedî hêz in, ew nikanin tiştekî biguherînin. Yên xwedî hêza eskerî, siyasî û civakî ev pênc partî ne. Û di nava pênc partiyan da jî çend kes in. 

Ev çend kes çi dibêjin wiya bi partiyên xwe û bi hevalên xwe didin kirin. 

Gava ew nexwazin, ew biryarê nedin kî çi bibêje vala ye, tiştek naguhere.

Û heta ev kes li serokên van partiyan bin tu tişt ewê neguhere. Ev 30 sal in li hev nekirin, cepheyeke netewî, hukûmetek netewî, artêşek netewî ava nekirin, ji nuha û pê da jî ewê nekin.

Heger ne Amerîka û hêzên derve bûya ewê şerê hev jî bikirana. Yê nahêle kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê şerê hev bikin Amerîka û Ewrûpa ye.

Bêyî van pênc partiyan û van çend serokan bi hezaran kurdên din, partiyên din her roj gelek tişt dibêjin, dinivîsin lê tiştekî bi xwe ra nayne. 

Ji bo ku rewşa me biguhere dibê ev 5 partiyên min navên wan gotin li hev bikin, destê biratiyê dirêjî hev bikin, fesadan, merivên hêzên dagirker û xayinan ji nava xwe derxin, wan ji desthilat da bixînin û ji bo Kurdistaneke serbixwe yekîtiya xwe nîşanî dinyayê bidin. Dibê hemû dinya bibîne kurd bi tifaq in û hemû bi hev ra dewleteke serbixwe dixwazin.

Gul ji xwe ne tu gul bû, berf û baranê lê kir şil bû.
Gulên me yek bi yek şil dibin, diçilmisin û êdî nayên bînkirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE