04 oktober 2018

Kûçikê pîs gur tîne pêz.



Siyasetmedarê siyasetê nizane û ne jîr û zîrek, ji xwe ra, ji partiya xwe ra û ji gelê xwe ra gelşan çê dike, belayê tîne ber deriyê xwe û gelê xwe.
Xizano bi raya xwe nizano...
Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne.



-Gul ji xwe ne tu gul bû, berf û baranê lê kir şil bû.
Gulên me yek bi yek şil dibin, diçilmisin û êdî nayên bînkirin.


-Siba we bi xêr gelî dost û hevalên ezîz, xemxurên welatê xwe û hesretiyên yekîtiyê !
Bi hêviya îro em ji çarhawêlî welatê xwe xeberên xweş û umîdwar bibihîzin û rojeke bê derd û kul bijîn.

-Piştî 100 salî li başûr û rojavayê Kurdistanê ji bo me kurdan ev cara pêşîye fersendeke tarîxî çê bûye. Dijminên me pir zeîf bûne. Dostên wan kêm, yên me zêde bûne.
Û di tarîxê da tu carî me alîkariyeke hewqasî mezin nedîtiye. Heger em ji vê fersendê fêdeyekê negrin sûcê me ye.

-Ji sed cihî birîndar im,
êdî nizanim bibêjim mirî me ya jî sax im. 

Ji dijmin bêtir rêberên me em bêhêvî kirine û em ji pertav da xistine. Li ku dera dinyayê hatiye dîtin serokên miletekî bindest li ser kursiyeke mamûrtiya dewleta dagirker bi hev kevin?

Dibê milet ji van serokan xelas bibin, ji me ra hin kadirên nuh, siyasetmedarên bi rastî nasyonalîst lazim in.

Heta em azad û serbixwe nebin, serokkomarî, wezîrî, serfermandarîya welatên dagirker tu feydeya nagihîne me. Tarîx li ber çavê me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE