Di hilbijartinên serokkomariya Îraqê da YNK û Berhem Salih
bi ser ketin û PDK û Mesûd Barzanî jî têk çûn.
Lê dema meriv bi ser neket, têk çû ji meriv da ye, ji ber kêmasî û xetayên meriv e.
YNK û Berhem Salih çima û ji bo çi bi ser ketin zêde ne muhîm e. Çimkî YNK û Berhem Salih raqibê te ne û ji bo ku bi ser kevin çi destê wan were ewê bikin. Di vir da tu tiştekî anormal tuneye.
Lema jî ji kirinên YNKê, Berhem Salim û lîstikên ereban bêtir dibê meriv li ser kêmasî û şaşiyên Mesûd Barzanî û PDKê raweste, dersê ji wan bigre.
Mesûd Barzanî hesabekî şaş kir û lema jî wenda kir. Feqet ez bawer nakim ew viya qebûl bike û yên dora wî jî biwêribin vê rastiyê jê ra bibêjin.
Li alî din dibê meriv ji bîr neke carnan wendakirin kane bibe bingeha serketinên rojên pêş jî.
Lê belê ji bo wê jî hostayî lazim e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar